Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yasayeke nû bo kirêya xaniyan tê amadekirin

12-06-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li gorî amarên fermî yên saziya daneyan ji sedî 42 ya xelkê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di xaniyên kirê de dijîn.
Li gorî amarên fermî yên saziya daneyan ji sedî 42 ya xelkê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di xaniyên kirê de dijîn.
Nîşan Tirkiye Xanî Kirê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li gorî rêjeya enflasyonê rêjeya kirêyên xaniyan meha 6 ya îsal ji sedî 39.33 hatibû zêdekirin. Lê hikumetê yasayake nû pesend kir ku li gorî vê yasayê rêjeya enflasyonê çend zêde bibe jî rêjeya bilindkirina kirêyan ji sedî 25 zêdetir nabe.

Li gorî amarên fermî yên saziya daneyan ji sedî 42 ya xelkê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di xaniyên kirê de dijîn. Rêjeya kirêyan heta niha li gorî rêjeya enflasyonê dihat hesapkirin, lê ji ber bilindbûna enflasyonê hikumetê weke tedbîr yasayek amade kir û heta salekê rêjaya kirêyan dê ji sedî 25 were bilindkirin.

Emlaqfiroş Tufan Kemal dibêje: “Dema em li rêjeya enflasyonê dinêrin em dikarin bêjin ji sedî 25 rêjeyeke baş e. Qet nebe êdî rêjeyeke diyarkirî heye ne kêm e û ne jî gellek zêde ye, lê metirsiyeke din heye ku kesên dixwazin niha vê de xaniyên xwe bidin kirê  bihayekî zêdetir ji berê  bêjin.”

Li bajarên mezin ên Tirkiyê kirêya herî kêm ji 2 hezar lîreyan li Bakurê Kurdistanê jî kirê hezar heta hezar û 500 lîreyan destpê dike. Li gorî rêjeya enflasyonê heta meha 6 ya îsal jî rêjeya bilindkirina kirêyan derdora ji sedî 40 bû.

Kirêçî Samet Aydere jî got: “Dahat û mehaneyên xelkî diyar in. Pêwîst e li gorî vê hisab bê kirin. Cîranê min hezar lîre kirê dida niha kirê ya wî bû 4 hezar 750 lîre, diyar e hindek kes rewşê ji bo  berjewendiyên xwe weke  derfet dibînin.”

Xwediyê xanî Alî Uzundere jî got: “Bi diyarkirina rêjeya ji sedî 25 nikarin bihayê kirêyan di bin kontrolê de bigrin. Bo kirêçî û xwediyên xaniyan jî zehmet e. Ez bawer nakem bikarin kar bi vê yasayê bikin.”

Kirêçî Casim Yildirim jî dibêje: “Eger kar bi vê yasayê bê kirin baş e. Me diparêze. Lê pêwîst e xwediyên xaniyan pabendî yasayê bin û zêdegaviyan nekin. Hindek fikra me jî bikin.”

Yasaya hikumetê dibe rêgir ku êdî çi kes nekare heta salekê rêjaya kirêyan ji sedî 25ê zêdetir neke, herçende oposizyonê jî piştigirya yasayê kir, lê dîsa jî gazindeyên oposizyonê li ser bihayê kirê û xaniyan hene

Derbarê mijarê de Berdevka Encumena Jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran jî got: “Yasa bi şiklekî demkî dikare kêşeyê weke çareser kirî nîşan bide, lê çareserî bi yasayên demkî û rojane nabe. Rewşa aboriyê her roj xirabtir dibe. Hem bo kirêçiyan hem bo xwediyên xaniyan pêwîst e karekî cidîtir bê kirin.”

Li tirkiyê helawsan mehane tê hisab kirin beriya yasaya nû  li gorî mamnevendiya helewsana  12 mehan rêjya kirê dihat diya kirin ku ew jî hindek salan digehişte derdora ji sedî 40 heta ji sedî 45 an. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst