WAN - Nikaribûn kirêya xanî bidin, tevî du nexweşan ji xanî hatin derxistin

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Malbat Xanî Kirê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê malbatek ji ber nekariye kirêya xanî bide tevî 3 zarokên xwe ji malê hatiye derxistin.

Malbata hejar di vê sermayê de li bin baranê li derve maye.

Bavê bêçarê yê ku tevî zarokên xwe di sermaya Serhedan de li derve mayê banga alîkariyê dike.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe rewşa aboriyê xerabtir dibe û nimûneyên bi vî awayî jî zêde dibin.

Li gorî medyaya xwecihî yên Wanê, malbat ji ber ku nekariye kirêya xanî bide tevî sê zarokên xwe ji malê hatiye derxistin û li kolanê dijî.

Malbatê di vê sermayê de li kolanê perçeyek naylon avêtiye ser eşyayên xwe û di bin naylonê de dijîn.

Bav got, ew çûye parêzgariyê û Rêveberiya Xizmetên Civakî û Malbatê yên Wanê û daxwaza alîkariyê kiriye lê wan tiştek ji wî re nekiriye.

Herwiha wî da zanîn ku du zarokên wî jî nexweş in û daxwaza alîkariyê ji xêrxwazan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst