Iraq pêşbînî dike îsal 600 hezar ton xurmeyan hinarde bike

11-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandiniyê ya Iraqê ragihand ku 100 hezar ton xurme hinarde kirine û tê pêşbînîkirin ku di vê demsalê de asta hinardekirina xurmeyên Iraqê bigihîje 600 hezar tonan. 

Birîkara Wezareta Çandiniyê ya Iraqê, Mehdî Seher Cibûrî ragihand Iraqê îsal heta niha 100 hezar ton Xurme hinardeyî Çînê, Bengiladêş, Turkiye , Hindistan, Sûriye, Misir, Urdin û Imaratê kiriye.

Mehdî Seher Cibûrî da xuyakirin, tê pêşbînîkirin di vê demsalê de hinardekirina xurmeyan bigihe zêdetir ji 600 hezar tonan.

Cibûrî diyar jî kir, ku parêzgehên Kerbela, Diyale, Babil, Besra ew parêzgehên Iraqê ne ku zêdetirîn rêjeya Xurmeyê berhem tînin.

Cibûrî herwiha destnîşan kir, wezareta çandiniyê hêsankariyan bo wan kompaniyan dikin ku berhemên Iraqê yên çandiniyê û bi taybet xurmeyan difiroşin, daku Iraq careke din pişka xwe di bazara cîhanî ya Xurmeyê de bidest bîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst