Dolarê Amerîkî 19,72 lîreyên Tirkî derbas kir

11-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê ku sê roj mane ji hilbijartinê re û yek ji mijarên propagandeyê daketina lîreyê Tirkî ye, îro li bazarê nirxê lireyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî daket û 1 dolarê Amerîkî gihişte 19,72 lîreyên Tirkî.

Îro Pêncşemê 11ê Gulana 2023an nirxê yek dolarê Amerîkî 19,72 lîreyên Tirkî derbas kir û rekoreke nû şikand.

Du sal e lîreyê Tirkî bê navber li beramberî diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide.

Herwiha destpêka îsal Euro bi 21 lîreyên Tirkî bû, herî dawî bi 21,48 lîre û îro hinekî daket û gihişte 21,41 lîreyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst