GABAR – Hilberîna rojane ya petrolê 40 hezar bermîl derbas kir

11-04-2024
Nîşan Gabar Şirnex Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alparslan Bayraktar ragihand ku li Çiyayê Gabarê yê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê berhemanîna petrolê ya rojane 40 hezar bermîl derbas kiriye.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alpaslan Bayraktar îro li Çiyayê Gabarê çû cihê rafîneriyên hilberîna petrolê û ji medyayê re axivî.

Bayraktar got ku li Çiyayê Gabarê rojane 40 hezar bermîl petrol tê hilberîn û ev petrol a herî bikalîte ye.

Li gorî agahiyên ku Bayraktar dane, heta niha bi tevahî nêzîkî 10 milyon bermîl petrol hatiye hilberîn.

Bayraktar amaje pê kir ku li Colemêrg û Wanê jî xebatên vekirina bîran berdewam dikin.

“Em niha li 33 bîran hilberînê dikin”

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alpaslan Bayraktar li ser mijarê wiha axivî:

“Li tevahiya Tirkiyeyê hilberîna me ya petrolê ya rojane 100 hezar bermîl derbas kir.

Şirnex êdî bi awayekî zelal bajarekî petrolê ye û paytexta petrolê ye.

Înşalah hîn rêya ku em biçin heye. Dema ez şeva serê salê jî hatibûm min gotibû ku armanca me ya dawiya sala 2024an rojane 100 hezar bermîl e.

Em niha bi şev û roj dixebitin. Em niha li 33 bîran hilberînê dikin.

Ji her bîrê kêm zêde hezar û 200 bermîl petrol tê derdikeve.

Eger em heta dawiya salê bigihêjin 95 bîran, em dê bigihêjin armanca xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst