Li Tirkiyê bihayê benzîn û LPGê tê zêdekirin

10-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku ji sibe 11ê Hezîranê û şûnde nirxê lîtreyeke benzînê 2 lîre û 18 quruş û nirxê lîtreyeke LPGê 54 quruş bê zêdekirin. Piştî vê bihabûnê nirxê lîtreya benzînê li benzînxaneyan digihe 28,41 lîreyên Tirkî.

Di demekê de ku bi bihakirinên dawî nirxê lîtreyeke mazotê gihiştiye derdora 28 lîreyên Tirkî, li gor zanyariyên sektora sotemeniyê tê pêşbînîkirin piştî mazotê nirxê benzînê jî 2 lîre û 18 quruş û nirxê lîtreyeke LPGê 54 quruş bê zêdekirin.

Di 7 mehên derbasbûyî de li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê sotemeniyê zêdeyî ji sedî 200 hatiye bihakirin û ji destpêka îsal ve jî nirxê mazotê zêdeyî ji sedî 285 hatiye zêdekirin.

Şeva 7ê Hezîrana 2022ê mazot lîreyek û 92 quruş hatibû bihakirin û piştî wê nirxê LPG jî hatibû zêdekirin.

Sedema sereke ya neseqamgiriya nirxê sotemeniyê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî ye û ev yek bandoreke zêde li nirxê berhemên sotemeniyê dike.

Bihabûna nirxê petrola xav li bazarên cîhanê jî yek ji sedemên din ên bihabûna sotemeniyê ye ku niha nirxê yek bermîl petrol gehiştiye derdora 124 dolaran.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst