CHPê pêşniyara xwe ya mûçeyê kêmane eşkere kir

09-12-2022
RÛDAW
Nîşan CHP Mûçeyê Kêmane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarê (CHP) derbarê mûçeyê kêmane de pêşniyara xwe eşkere kir û li gor CHPê mûçeyê kêmane divê 10 hezar û 128 lîreyê Tirkî be.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Veli Agbaba roja Înê 9ê Kanûna 2022ê pêşniyara partiya xwe ya derbarê mûçeyê kêmane bo sala 2023an de eşkere kir.

Li gor daxûyaniya CHPê divê mûçeyê kêmane di sala 2023an de 10 hezar lîreyan derbas bike û bibe 10 hezar û 128 lîreyê Tirkî.

Wezareta Ewlekariya Kar û Civakî ya Tirkiyê 7ê vê mehê ragihandibû ku di rapirsiya mûçeyê kêmane de ya di nav grupên pîşeyî yên ne karker û karsaz de hatiye kirin wek encam tê çeverêkirin mûçeyê kêmane li Tirkiyê 7 hezar û 845 lîre be.

Berî niha bi demekê partiyên din jî daxwazên xwe yên mûçeyê kêmane eşkere kiribûn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wek 12 hezar û 500 lîre û IYI Partî jî wek 9 hezar û 600 lîre pêşniyar kiribû.

Ev gotûbêjên li ser mûçeyê kêmane di demekê de ne  Serokê Konfedarasyona Sendîkaya Karkeran a Tirkiyê ku saziyeke nêzîkê hikumetê ye, hefteya borî ragihandibû ku divê mûçeyê kêmane bo sala bê,  ne di bin 7 hezar û 785 lîreyên Tirkî de be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst