Ji Meletiyê bi bihayê 350 milyon dolaran qeysî hatin hinardekirin

08-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ku weke bajarê qeysiyan tê naskirin, di 11 mehên îsal de bi bihayê 350 milyon dolaran qeysiyên hişkkirî bo welatên cîhanê hatin hinardekirin.

Li gor amarên Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê, di 11 mehên sala 2022an de 66 hezar û 305 ton qeysiyên hişkkirî bo welatên derve hatiye hinardekirin û di encam de 350 milyon û 963 hezar dolar hatiye bidestxistin ku bi giştî di sala 2021ê de ev  hejmar 347 milyon dolar bû.

Amerîka, Fransa û Almanya pêşengê wan welatan e ku ji Meletiyê qeysiyên hişkkirî bo wan hatine hinardekirin.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Ramazan Ozcan amaje bi wê yekê dike ku di sektora fêkiyên hişkkirî de qeysiyên Meletiyê di rêza yekem de ne.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Ramazan Ozcan dibêje: “Me di sala 2021an de bi giştî 347 milyon dolar bidestxistibû lê îsal di nav 11 mehan de ev hejmar gehiştiye 350 milyon dolaran. Em çaverêdikin di meha Kanûnê de jî hinardeyeke baş bikin û dawiya salê bighêjin 400 milyon dolaran. Me di meha Mijdarê de li beramber hinardeya 9 hezar û 181 ton qeysiyan 49 milyon û 844 hezar dolar bidestxist. Li gor Mijdara sala borî hinardeya me zêde bûye, ligel ku krîza enerjiyê li hemû cîhanê bandoreke nerênî li sektora xorakê kiriye. Dema em li sektora çerezan û fêkiyên hişkkirî dinêrin qeysiyên hişkkirî yên Meletiyê di rêza yekemîn de ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst