Necdet Takva: Divê em Wanê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê bidine naskirin

08-09-2022
RÛDAW
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPW) Necdet Takva
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPW) Necdet Takva
Nîşan Necdet Takva Hewlêr Silêmanî Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPW) Pêşangeha Kelûpelên Çandiniyê ya Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPW) Necdet Takva serdana Herêma Kurdistanê kir û got, “Herêma Kurdistanê, başûrê Iraqê, Bexda heta niha Wanê nas nakin. Divê em Wanê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê bidine naskirin. Lewma me pirtûkên Erebî û Kurdî ji bo danasînê amade kirin û li vir belav kirin. Em ê serdan û çûnûhatina xwe zêdetir bikin.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPW) Necdet Takva û karsazên pê re îro Pêncşemê 8ê Îlona 2022an beşdarî Pêşangeha Kelûpelên Çandiniyê ya Silêmaniyê bûn.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPW) Necdet Takva: Em niha hewla geşkirina Deriyê Serzêrê didin. Divê berî her tiştî em astengiyên ku di deriyên sînorî de hene ji holê rakin.

Serokê Lijneya Rêvebiriya OBPWê Necdet Takva li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû, “Em li ser rêya Çelê/Serzêrê ne ji bo serdana kar a Silêmanî, Hewlêr û Duhokê. Ji bo zêdekirina rûpeleke nû li ser çîroka serkeftinê ya li bazara geştyariyê ya Îranê. OBPW ji bo bajarê me, herêma me xebatên xwe didomîne.”

Takva û şandeya pê re piştî ku bi Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed re hevdîtinek pêk anî, bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Dara Celîl Xeyat re jî hevdîtinek kir.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPW) Necdet Takva beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser serdana xwe axivî.

"Em dikarin peywendiyên xwe yên li ser xeta Wan-Hewlêr-Silêmaniyê pêş bixin"

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (OBPW) Necdet Takva ji Rûdawê re got, “Em bi vê serdanê gelekî bi kelecan bûn. Bê guman em ê hez bikin ku her sal li ser navê OBPW beşdarî pêşangehên bi vî rengî bibin. Bi rastî em dixwazin beşdarî hemû pêşangehên ku li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê tên lidarxistin bibin. Tevî ku ji Wan û herêmê ti kompanya beşdarî vê pêşangehê nebûbin jî ji Tirkiyê 6 kompanya hebûn. Li Silêmaniyê em gelekî baş kirine mêvan û xema me xwarin. Di vî warî de em spasiya Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed dikin.

Necdet Takva li ser serdana xwe ya Hewlêrê anî ziman, “Me îro serdana Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Dara Celîl Xeyat kir û bûn mêvanê wan. Peywendiyên me baş in û em dixwazin hîn zêdetir pêş bikevin.

Necdet Takva diyar kir, ji ber ku Wan nêzîkî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye wan gelek kar li wir kirine û encamên wê jî ditîne lê ew niha dixwazin bi Herêma Kurdistanê re jî bikin.

Necdet Takva bal kişand ser Deriyê Sînorî yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê, Serzêrê û got, “Me li Deriyê Sînorî yê Uzumlu-Serzêrê hevdîtin pêk anîn. Em bi rêveberiya wir re axivîn. Em ê kêmasiyan diyar bikin û raporekê amade bikin. Piştî ku me li Duhokê civînên xwe pêk anîn, em dê raporên xwe bigihînin hikûmetê. Em ji karsazên Hewlêr û Silêmaniyê jî dixwazin ku di vî warî de bang li hikûmetê bikin.”

Necdet Takva destnîşan kir ku ew dixwazin Deriyê Sînorî yê Serzêrê pêş bixin û anî ziman, “Em dixwazin Serzêrê jî wek Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê bi pêş bixin û berfireh bikin. Heger astengî ji holê bên rakirin, rêwîtî dê pir rehettir be. Wê demê em ê hîn bêhtir nêzîkî hev bibin.”

Necdet Takva her wiha got, “Heger di navbera Wan-Hewlêr-Silêmaniyê de bazirganiyek çêbibe, kêmasî dê temam bibin. Em dikarin bi her awayî têkiliyên xwe baştir bikin lê di serî de divê em bi astengiyên li deriyên sînor re mijûl bibin.”

Necdet Takva diyar kir Wan xwedî potansiyeleke 100 milyon dolarî ya hinardekirinê ye û anî ziman, “Lê ev hejmar hindik e. Di van salên dawî de di warê tekstîlê de xebatên pir baş hatin kirin. Di heyama pêş de îxracata me dê zêde bibe. Her wiha piştî pandemiya 2 salan, li Wanê di warê geştyariyê de gaveke mezin heye. Di 8 mehan de 500 hezar kes hatin Wanê û man, danûstandin kirin û geriyan.”

Necdet Takva got, “Herêma Kurdistanê hinekî dûrî Wanê ye û ev dûrbûn ji ber deriyên sînorî ye. Ji ber vê me li deriyê sînorî daxuyanî da. Em dixwazin 'dûr nêzîk bikin'. Herêma Kurdistanê, başûrê Iraqê, Bexda heta niha Wanê nas nakin. Divê em Wanê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê bidine naskirin. Lewma me pirtûkên Erebî û Kurdî ji bo danasînê amade kirin û li vir belav kirin. Em ê serdan û çûnûhatina xwe zêdetir bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst