Meletiyê îsal bi bihayê 301 milyon û 119 hezar dolar qeysî hinarde kirine

05-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ku di berhamanîna qeysiyan de li seranserê cîhanê xwedî cihekî girîng e, di 10 mehên destpêkê yên 2022ê de bi bihayê 301 milyon û 119 hezar dolar qeysiyên hişkkirî bo welatên derve hatine hinardekirin.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Ramazan Ozcan derbarê hinardeya qeysiyên hişkkirî yên wê parêzgehê û dahata wê de axivî.

Ramazan Ozcan ragihand ku di Cotmeha îsal de li parêzgeha Meletiyê 8 hezar û 285 ton qeysiyên hişkkirî hatine hinardekirin û ji wan jî 44 milyon û 934 hezar dolar dahat hatiye bidest xistin.

Ozcan eşkere ki ku Meletiyê di 10 mehên destpêka îsal de jî bi bihayê 301 milyon û  119 hezar dolar, 57 hezar û 127 ton qeysiyên hişkkirî  hinar dekirine û got, ew pêşbînî dikin heta dawiya îsal jî bi bihayê 400 milyon dolar qeysiyên hişkkirî ji wê parêzgehê bên hinardekirin.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Ramazan Ozcan wiha got: ““Me di navbera 1 û 30ê Cotmehê de, bi giştî 8 hezar û 285 ton qeysiyên hişkkirî hinarde kirine. Me li beramber jî 44 milyon û 934 hezar dolar dahat bidest xistiye. Tevî paşveçûna aborî ya li cîhanê û sistbûna aborî, qeysiya Meletiyê, xwe diparêze. Bi taybetî dema em ligel sala borî berhev dikin, amarek ber bi wê astê ve derdikeve pêşberî me. Me sala borî derdora 8 hezar û 900 ton hinarde kirine û me îsal jî derdora 8 hezar û 300 ton hinarde kirine. Lê dema em li dahatan dinêrin tevî ku hinarde kêm bûye jî lê dahat zêde bûye. Înşallah em dê di mehên Mijdar û Kanûnê de hinardeyê ji 40 hezar ton derbas bikin. Lê eger em ji yekê Çile destpê bikin wat di dema 10 mehan de me 57 hezar û 127 ton qeysiyên hişkkirî hinarde kirine û me ji vê jî 301 milyon û 119 hezar dolar dahat bidest xistiye. Di herdû mehên pêşiya me de jî em pêşbîniya derdora 20 hezar ton hinardeyê dikin, eger ev yek pêk bê em îsal texmîn dikin hinardeya xwe bi zêdeyî 400 milyon dolar bi dawî bînin. Lê em qet ji armanca  xwe ya 100 hezar ton hinarde û 500 milyon dolar dahatê jî paşde gavan navêjin û em ji bo bidexistina vê armancê bi berdewamî kar dikin.”

Parêzgeha Meletiyê dikare salane nêzîkî 50 hezar ton qeysiyên ter û nêzîkî 340 hezar ton qeysiyên hişkkirî hinardeyî welatên cîhanê bike. Meletî herwiha dendikên qeysiyan jî hinarde dike û di 3 mehên destpêkê yên îsal de bi giştî hezar û 220 ton dendikên qeysiyan hatine hinardekirin ku ji wan jî 5 milyon û 180 hezar dolar dahat hatiye bidestxistin.

Almanya, Îtalya û Çîn 3 welatên sereke yên hawirdekarên qeysiyên Meletiyê ne. Welatê Çînê ku di rêza sêyem de cih digire îsal nêzîkî 4 hezar ton qeysî ji Meletiyê kirîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst