Ji Meletiyê bi bihayê 347.9 milyon dolar qeysî hatin hinardekirin

05-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê ku weke bajarê Qeysiyan tê naskirin, di sala 2021an de bi qasî 347.9 milyon dolaran qeysî hinardeyî welatên cîhanê kiriye.

Parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê di sala 2021an de bi bihayê 347.9 milyon dolar qeysiyên hişkkirî hinardeyî 115 welatên cîhanê kirine. Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê ragihand ku Meletiyê di hinardekirina qeysiyên hişkkirî de rekoreke pênc salî tomar kiriye.

Serokê Borseya Bazirganî ya Meletiyê Ramazan Ozcan dibêje: “Me di sala 2021an de bi giştî 90 hezar û 203 ton qeysiyên hişkirî hinarde kirine hevalno. Ev hejmareke gelekî girîng e. Li beramber hinardekirina 90 hezar û 203 ton qeysiyên hişkkirî 347 milyon û 905 hezar dolar dahat hatiye bidestxistin. Bi vê jî îsal me rekoreke pênc salî şikand.”

Yek ji wan welatên qeysiyên Meletiyê hawirde kirine Çîn e ku bi bihayê 6.3 milyon dolaran hawirde kiriye. Ligel wan hemû pirsgirêkên rûbirûyê cotkaran bûne, Meletiyê di sala 2021an de li gor 2020an karî rekorê bişkîne.

Ramazan Ozcan herwiha got: “Eger em berê xwe bidin amarên 2020an, me 89 hezar û 725 ton qeysiyên hişkkirî hinarde kirine û 264 milyon dolar dahata wê hebû. Lê eger em berê xwe bidin îsal ku 347 milyon dolar e, cudahiya 83 milyon zêdebûn heye.”

Hinardeya herî zêde ya qeysiyên hişkkirî di mehên Tebaxê heta Kanûna 2021an de hatiye kirin. Amerîka, Fransa û Almanya pêşengê wan welatan e ku ji Meletiyê qeysiyên hişkkirî bo wan hatine hinardekirin. Parêzgeha Meletî wek paytexta qeysiyan tê hesabkirin, ev rekor jî di demekê de ku beşeke zêde ya cotkaran li beramber hikûmetê nerazîbûnê pêşan didin ku piştgiriyeke wiha nade wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst