Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya bû serokê Encûmena Karsaziya Amerîka-Tirkiyê

03-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hamdî Ulukaya Encûmena Karsaziya Amerîka-Tirkiyê Kompaniya Chobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ku li Amerîkayê dijî bû Serokê Encûmena Karsaziyê ya Amerîka-Tirkiyê.

Encûmena Karsaziyê ya Amerîka-Tirkiyê ragihand ku damezrînerê Kompaniya Chobanî û damezrînerê Hevkariya Konê ji bo Penaberan Hamdî Ulukaya dê wek serokê nû yê encûmenê kar bike.

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê, Rêvebira Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Suzanne P. Clark got ku Hamdî Ulukaya, ruhê karsaziya hevpar a cîhana karsaziya Amerîka û Tirkiyeyê temsîl dike.

Clark diyar kir ku Ulukaya dê hêza xwe ya dînamîk û pabendbûna xwe ya nûbûnê di têkiliyên dualî de nîşan bide û got: “Wek Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, em li bendê ne ku bi Ulukaya re bixebitin û ev jî di demekê de ye ku em pêşveçûna bazirganî û weberhênanên Amerîka-Tirkiyê û bilezkirina hewildanên başbûnê yên piştî erdhejên wêranker ên meha Sibatê berdewam dikin.”

Hamdî Ulukaya jî got, wekî pêşengên cîhana karsaziyê, hêz û berpirsyariya wan heye ku pêşeroja sektor û civakan biafirînin.

Ulukaya got: "Ez şanaz im ku ez beşdarî Encûmena Karsaziya Amerîka-Tirkiyê dibim da ku hevkariyê bikim û zanyarî û çavkaniyên xwe yên hevpar bi kar bînim da ku guhertinên erênî çêbike û cîhanek dadperwertir û domdar ji bo her kesî biafirîne."

Encûmen ji bo berfirehkirina têkiliyên bazirganiyê yên dualî û zêdekirina bazirganî û weberhênanên di navbera Amerîka û Tirkiyê de hatiye avakirin.

Li gorî daneyên encûmenê ku nûnertiya zêdetirî 100 kompaniyên Amerîkî û Tirkî dike, herikîna bazirganiya di navbera her du welatan de di nava 10 salan de du qat zêde bûye û gihîştiye nêzîkî 35 milyar dolaran.

Hamdî Ulukaya kî ye?

Hamdi Ulukaya damezrîner û CEOyê Chobani Yoghurt e, ku yek ji "10 Kompaniyên Herî Nûjenîxwaz" ên herî zêde di van 10 salên dawî de li Amerîkayê mezin bûye

Ulukaya li navçeya Îliç a Erzinganê sala 1972yan hate dinê.

Ulukaya piştî ku li Zanîngeha Enqerê ji beşa siyasetê derçû  sala 1994ê ji bo xwandina zimanê îngilîzî çû Amrîkayê. Li ser şîreta bavê xwe, wî li sala 2002ê karxaneyeka biçûk a penîrê spî damezirand. Lê serkevtina wî ya mezin wê demê ku wî li sala 2005ê karxaneyeka li ber girtinê li New Yorkê kirrî. Bêyî ku xwedî ezmûn be, wî împeratorîyeke mastî ava kir ku li çend wîlayetên Amerîkayê şaxên Chobani Yoghurt hene.

Ulukaya bi îmzeya ""The Giving Pledge” (Soza Dayînê), beşeke mezin ji serweta xwe ji bo çareseriya krîza penaberan a cîhanê terxan kir û " Tent Foundation" (Weqfa Çadirê) damezrand da ku ji koçberên li çaraliyê cîhanê re çareseriyên baştir peyda bike.

Herwiha Ulukaya di sala 2017an de ji ber şêwaza xwe ya cuda ya serokatiyê ya li cîhana karsaziyê û xebatên xwe yên li ser krîza penaberan di lîsteya "TIME 100" de cih girtiye.

Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya niha li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst