Rêveberiya Xweser amadekariyên wergirtina berhema genim dike

03-05-2023
RÛDAW
Rêveberiya Xweser amadekariyên wergirtina berhema genim dike
Rêveberiya Xweser amadekariyên wergirtina berhema genim dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di civînekê de, amadekariyên wergirtina berhema genim ji cotkaran bo werzê çinînê yê îsal, gotûbêj kir. Desteyê 24 navendên wergirtina genim li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê destnîşan kir.

Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser daxwaz ji deste û komîteyên xwe jî kiriye ku, pêşniyarên xwe derbarê diyarkirin û desnîşankirina nirxê genimê îsal pêşkêş bikin, herwiha mesrefê her donimek genim ji bo nirxê ku bê diyarkirin ligel sûd, xercî û mesrefê guncaw be.

Niha Cotkarên Rojavayê Kurdistanê li hêviya wê yekê ne Rêveberiya Xweser nirxê genim û ceh diyar bike. Bi taybetî niha hikûmeta Sûriyê ew yek diyar kiriye.

Hikûmeta Sûriyê nirxê genim diyar kir

Hikûmeta Sûriyê nirxê genim û ceh ji bo mûsima îsal 2023ê bi vî awayî diyar kiriye; 1 kg genim bi 2,300 lêreyên Sûrî dikire û 1 kg ceh jî bi 2,000 lîreyên Sûrî dikire.

Li gorî medya xwecihî ya navçeyên cuda yên Sûrî, cotkar ji wî nerxî ne razî ne, dibêjin, mesrefa wan ji wî nerxî gelek zêdetir e.

Di sal 2022yan de jî, hikûmeta Sûriyê nirxê kirîna 1 kg genim bi 2,000 lîreyên Sûrî diyar kiribû.

Heta niha Rêveberiya Xweser nirxê genimê diyar nekiriye, lê werzê sala 2022yan 1 kg genim bi 2,200 lîreyên Sûrî kirî û 1 kg ceh bi 1,600 lîreyên Sûrî kirî.

Her sal pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bi çend ton genim heye?

Piştî mûsima genim ya sala borî Rêveberiya Xweser gotibû ku berhemê wan ji pêwîtiya navçeyê kêmtir bû.

wê demê gotibû, pêwîstiya navçeyê her sal bi 600 hezar ton genim heye ji bo ard.

Sala borî Rêveberiyê çiqas genim wergirtibû?

Hevserokê Desteya Çandiniyê yê Rêveberiya Xweser Mihemed Dexîl gotibû, wan 388 hezar ton genim ji bo ard û 75 hezar ton genim ji bo tov wergirtibû.

Tê pêşbînîkirin mûsimê îsal gelek baş be, ji pêwîtiya xelkê navçeyê zêdetir be. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst