Herêma Kurdistanê 250 milyar dînar deyn werdigire

11-12-2023
Nîşan Banka Rafîdeynê Deyn Herêma Kurdistanê Karmend Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Aboriyê ya Herêma Kurdistanê girêbestek îmze kir ku bi rêya Banka Rafîdeynê 250 milyar dînar deyn wergire.

Wezareta Aboriyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dê ev pere di demeke nêzîk de bikeve hesabê wan û got:

“Em li hêviyê ne ku ev pere di demeke nêzîk de bikeve hesabê bankê yê wezareta me.”

Li aliyê din, Wezareta Aboriyê ya Îraqê destnîşan kir ku ew dê ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê 700 milyar dînar kredî bidin Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî biryar dabû ku ji bo mûçeyên karmendan 700 milyar dînar kredî bidin Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda vê krediyê ye da ku mûçeyên kamendan ên meha îlonê bide wan.

Tenê ji bo meaşên karmendan pêdiviya Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane bi 920-940 milyar dînarî heye.

Li aliyê din, Banka Rafîdeynê ya ku dê ev pereyên Herêma Kurdistanê bikevin hesabê we banka Hikûmeta Îraqê ye û sala 1941ê hatiye damezrandin.

Li Îraq û derveyê Îraqê bi tevahî 174 şûbeyên wê hene.

Şûbeyên Banka Rafîdeynê yên li Herêma Kurdistanê sala 1991ê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst