Enqere; Ji bo kirîna goştê erzan bi saetan ketin dorê

02-02-2023
RÛDAW
Dora kirîna goştê erzan li Enqerê
Dora kirîna goştê erzan li Enqerê
Nîşan Enqere Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê bihayê goşt gelekî bilind bûye û piştî ku Şaredariya Enqerê dest bi firotina goştê erzan kir, bi sedan welatî ji bo kirîna goştê erzan ketin dorê.

Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê di çarçoveya projeyekê de roja Çarşemê 1ê Sibata 2023an bi otubusekê li taxê dest bi firotina goştê erzan kir.

Bi sedan welatî li Taxa Sihhiye ya li navçeya Çankaya ya Enqerê li ber sir û sermaya zivistanê bi demjimêran ketin dorê daku bi çend lîreyan kêmtir ji bazarê kîloyek goşt bibin nav mal û zarokên xwe.

Welatiyekî niştecihê Enqerê dibêje, “Ji serê sibehê ve ye em li ber vê sir û sermayê rawestiyane. Em birçî û xanenişîn in. Em dê dû kilo qîme bikirin û biçin. Bi rastî welat şikestiye.”

Biryar e heta dawiya meha Remezanê ev otobus wek qesabxaneyeke gerok li 25 navçeyên Enqerê bigere û goştê erzan bifiroşe welatiyan.

Kîloyek qîme bi 139 lîre, kîloyek goştê nerm jî bi 149 lîreyan difiroşe.  

Lê qesabxane kîloyek qîme di navbera 200-250 lîre û kîloyek goştê nerm jî di navbera 250- 300 lîreyan de difiroşin.

Şahîn Kurter, welatiyê xanenişîn li Enqerê dibêje: “Di navbera vê derê û bazarê de 100 lîre ferq heye. Ev jî bo xanenişînan gelekî girîng e. Bi rastî eger em mehê carekê jî goşt li ser sifreyên xwe bibînin ev bextewerî ye bo me. Rewş ev e. Welatî perîşan in.”

Di Çileya îsal de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê yê malbateke 4 kesî gihiştiye 8 hezar û 864 lîreyan ku dike nêzî 471 dolarên Amerîkî. Sînorê hejariyê jî bo 28 hezar û 875 lîreyan zêde bûye ku dike1535 dolarên Amerîkî.

Li gor Grûba Lêkolîna Enflasyonê di Kanûna 2022an de enflasyon ji sedî 137.55 bû.

Welatî jî li hember vê tabloya aborî bi kirîna berhemên erzantir hewl didin bi zorê be jî xwe bigihînin serê mehê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst