Wezîrê Dadê yê Iraqê soz da cotkarên Kurd û Tirkmen

01-05-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê genimê cotkarên Kurd û Tirkmen ên li Kerkûkê nakire û li sayloyên xwe wernagire, ji ber wê jî ew cotkar zirarmend bûne û genimê wan li ser destê wan maye. Wezîrê Dadê yê Iraqê jî di bernameya Rûdaw TV de ragihand, roja Sêşemiyê dê li wezaretê pêşwazî li nûnerên cotkarên Kerkûkê bike, daku giliyên xwe bigihînin Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê.

Di bernameya “Legel Ranj” a Rûdaw TV ya duh şev de, mijara mexdûrbûna cotkarên Kurd û Tirkmen ên li Kerkûkê hat gotûbêjkirin.

Di çarçoveya vê bernameyê de, behsa wê yekê hat kirin, ku ew zewiyên çandiniyê ku pêştir di encama siyaseta “erebkirina Kerkûkê” de ji cotkarên Kurd û Tirkmen hatibûn standin û paşê li wan hatibû vegerandin, karê tapokirina wan û karûbarên wan ên îdarî hêj nehatine temamkirin û astengî li pêşiya wê yekê têne çêkirin.

Zêdebarî wê yekê, niha hikûmeta Iraqê biryar daye ku berhema genim û dexl û danê cotkarên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê wernegire, lewma berhemên wan di destên wan de mane. Cotkar dibêjin, hikûmet bi hinceta ku dexl û dan ji zewiyên bê tapo nayê wergirtin, wergirtina berhemên wan nexistiye nav “programa xwe ya wergirtina genimê cotkaran” û ji ber wê yekê jî ew zirarmend bûne.

Di dema pêşkêşkirina bernameya Legel Ranj de ku taybet bû bi zeviyên çandiniyê yê Kerkûkê, Wezîrê Dadê yê Iraqê ragihand, ew dema 5 mehan e ku ew li benda rapora komîteya Serokomar in ji bo çareserkirina pirsa zeviyên Kerkûkê û amaje bi wê yekê jî kir, ku ew dê roja Sêşemê pêşwazî li cotkaran bo gihandina cezayan bikin.

Berpirsên cotkarên Leylan, Ebdullah Reûf beşdarî bernameya Rûdawê bûbû û ragihand, ku komîteya nirxandina genimê cotkaran bi eşkere bertîlan werdigre û li gorî bertîla ku werdigre nimre û pileya genim diyar dike.

Li bermaber de Wezîrê Dadê yê Iraqê, Farûq Şuwanî ragihand, “roja Sêşemê ez dê li ofîsa wezaretê li Bexdayê pêşwazî li nûnerên cotkaran bikim, ji bo ku giliyên xwe bighînin destê Wezîrê Bazirganî yê Iraqê.”

Derbarê komîteya Serokomar de, Şuwanî got ku dema 5 mehan e ku ew komîte rapora xwe pêşkêşî encûmena wezîran kiriye lê heya niha encmûna wezîran a Iraqê bersiva wan pêşniyaran nedaye.

Şuwanî herwiha diyar kir, hevdem Wezîrê Dadê komêteyk ji fermangeha yasaî û fermangeha tomarkirina zeviyan pêk aniye û mijaran gotûbêj dikin û ew li bedna raspartiyên encûmena wezîran a Iraqê ne.

Rêveberê Rêveberiya Çandiniya Kerkûkê, Zuhêyr Elî jî di bernameya Rûdaw TV de amade bû û got: “Ew rêkarên ji aliyê lijneyên madeya 140 di salên navbera 2003 heta 2017 hatine pêkanîn, rêkarên miyanrew bûn ji bo tevahiya pêkhateyên bajêr, lê belê rêkarên yasayî % 100 rêkarên dirist nebûn, çimku ew zewiyên Kerkûkê çi li gor madeya 117 be yan madeya 35, li Bexdayê ji aliyê Desteya Giştî ya Zewiyan ve tapoyên wan bi şêweyekî yasayî nehatine hilweşandin.”

Zuhêyr Elî herwiha diyar kir: “Heta niha jî ew zewî li gor yasayê serederî li gel wan tê kirin, lê belê di dawiyê de em jî vê babetê li ber çav digirin, ew jî ji ber rewşa taybet a bajarê Kerkûkê ye, bo hemû birayên me yên ji tevahiya pêkhateyan. Lê di dawiyê de Bexda dê wan pirsgirêkan çareser bike. Pêwîst e wan kêşeyan bidin komîteyan û hatine pêşkêşkirin li ser asta civata wezîran û komîteyên taybetmend ên li parlamentoyê.”

Di heman bernameyê de, nûnerê cotkarên Tirkmen ên Kerkûkê, Cengîz Xefûr jî amade bû û wî jî da xuyakirin, li Kerkûkê astengiyên mezin li pêşiya cotkarên Kurd û Tirkmen hene û got, Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê guh nade daxwazên wan.

Cengîz Xefûr diyar kir: “Me Tirkmen û Kurd, divê em pişta hev bigrin, çimku wiha xuya ye ku ti kes xwe li me nake xwedan. Eger em pişta hev negirin, ti karek ji dest me nayê. Parlamenterên Kerkûkê, bi Tirkmen, Kurd û Ereb ve kar dikin, lê belê astengiyên mezin li pêşiya wan jî heye, wek mînak, Wezareta Çandiniyê asteng e. Wezîrê Çandiniyê guh nade daxwazên cotkaran û amade jî nîne, ku guh bide êş û derdên cotkarên ku zirar dîtine. Ne tenê me, wezaret guh nade daxwazên parlamenterên vî bajarî jî. Çênabe ku hemû derî li ser me bêne girtin. Divê aliyek hebe guh bide êşên me û daxwazên me wergire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst