Li Awisturyayê penaber êdî nikarin malbatên xwe bibin wî welatî

20 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Hinek koçberên li Awisturyayê / Wêne: Arşîv
Hinek koçberên li Awisturyayê / Wêne: Arşîv
Nîşan Awisturya Koçber
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Awisturyayê pêvajoya anîna malbatê ji bo kesên ku mafê wan ê penaberiyê yan mayînê li wî welatî heye rawestand.

Hikûmeta Awisturyayê biryar daye êdî ti kesî wernegire ku di çarçoveya yasayên taybet ên yekxistina malbatê de diçin wî welatî.

Yanî her kesê ku mafê penaberiyê yan mayînê bi her sedemekê wergire, nikare malbata xwe bikişîne Awisturyayê.

Şêwirmendê nû yê Almanyayê Kristiyan Ştoke diyar kir ku li welatê wî êdî cih ji bo gelek mirovan nemane û şiyana wan sînordar e.

Ew şêwirmendê nû yê Almanyayê ku Xiristiyan Demokrat e, dibêje biryara wan li gorî yasayên Yekîtiya Ewropayê ye.

Ji ber ku wê yekîtiyê garantî kiriye ku welatên endam dikarin ji bo parastina ewlekariya xwe ya niştimanî ji rêzikên giştî yên yekîtiyê derkevin.

Şêwirmendê Almanyayê her wiha got ku saziyên taybet ên wergirtina koçberan û bicihkirina wan êdî şiyana wan nemaye ku zêdetir zext li ser wan hebe.

Her çi qasî hilbijartinên sala derbasbûyî li Nemsayê bi serkeftina rastgirên tundajo jî qediyan lê partiya dijî koçberan (FPO) di hikûmeta nû de tune ye û hemû partiyên din bi hev re hikûmet pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst