Almanya dayîna welatînameyê hêsan dike: Şertên nû çi ne?

30-06-2024
Hêmin Ebdullah
Pasaporta Almanyayê / Wêne: Arşîv
Pasaporta Almanyayê / Wêne: Arşîv
Nîşan Almanya Koçber Welatîbûn
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Li gorî biryarên nû koçber dê di nava pênc salan de bibin welatiyên Almanyayê.

Almanya yasayên wergirtina welatînameyê (pasaport) sererast kirine û wergirtina welatînameyê hêsantir bûye.

Yasaya nû ji 27ê vê mehê ve tê bikaranîn.

Li gorî amaran, welatînameya nêzîkî çaryeka wan kesan nîne ku bi awayekî yasayî rûniştevanên Almanyayê ne.

Divê were gotin ku hinek ji wan zêdeyî deh salan e li Almanyayê dijîn lê hîn jî bê pasaport in.

Bi taybetî jî yên ku welatiyên Tirkiyeyê ne û qanûnê rê nedida ku du paseportên wan hebin, bi salan bû nikarîbû doza pasaporta Almanyayê bikin.

Di nav wan de bi hezaran Kurdên Bakurê Kurdistanê jî hene.

Li gorî hêsankariyên nû, koçber dê di nava 5 salan de bibin welatiyên Almanyayê.

Kesê ku bi welatiyeke Almanyayê re zewicîbe dê pasaportê di 4 salan de bistîne.

Hin koçberên ku ji bo civaka Almanyayê karên taybet kiribin, dikarin di nava 3 salan de bibin welatiyên Almanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst