Li dijî karwana leşkerî êriş: Herî kêm 7 leşker hatin kuştin

30-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Somalî di êrîşa bombeyî ya li dijî karwana leşkerî de herî kêm 7 leşker hatin kuştin. Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku hejmara kuştiyan bûye 12 leşker.

Li gorî nûçeya Televîzyona Neteweyî ya Somalî (SNTV) bombeya ku li ser rêya nêzî bajarê Baladê ku bi 40 kîlometreyan dûrî paytext Mogadîşûyê, hatibû danîn di dema derbasbûna karwana leşkerî de hat teqandin.

Hat diyarkirin ku di êrîşa Eş-Şebabê  de herî kêm 7 leşker hatin kuştin.

Çavkaniyên herêmî îdia kirin ku di êrîşa li dijî karwana leşkerî ya ku ji bajarê Covharê ber bi Baladê ve diçû de 12 leşker hatin kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li Somalî piştî hilbijartinên serokatiya parlementoyê û endamên parlementoyê ku niha xwe amade dike serokkomarekî nû hilbijêre di mehên dawî de êrîşên bi vî rengî zêde bûne.

El-Şebab gelek caran siyasetmedar û fermandarên leşkerî dike hedef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst