Romanya hewl da 30 penaberên siyasî bi zorê radestî Tirkiyê bike

29-05-2021
RÛDAW
Nîşan Romanya Penaber Kurd Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Romanya hewl da 30 penebarên siyasî ku 15 jê kurdbûn vegerîne Tirkiyê lê li ser nerazîbûnan ew kes ji firokeyê hatin daxistin û bo cihekê nediyar hatine veguhestin. 

Li gor zanyariyan, wan penaberên siyasî ku 15 jê Kurd in xwe ji Yunanîstanê gehandibûn Romanyayê û ji wir jî dixwestin xwe bigehînin welatek Ewropa lê hêzên ewlekariya Romanyayê bi ser otela wan de girtin û hewl dan bi zorê wan li firokeyekê siwar bikin û bişînin Tirkiyê.

Lê li ser nerazîbûnan û di encamam hevdîtina ligel berpirsan ew ji firokê hatin daxistin û ji bo cihekê ku ew nizanin hatine veguhastin. Yek ji wan penaberên siyasî radigehîne ku ewlekarên Romanya  ew bi zorê li firokeyê siwar kirine û bang li  kesûkarên xwe dike û dibêje  haya we ji me hebe.

Peneberekî siyasî dibêje “Em bi zorê li firokeyê siwar kirin, em niha li Romanyayê ne, di ser ku mafê me yê penaberiyê heye jî mixabin hemû mafên me ji me hatin stendin. Em hewl didin ji firokeyê peya bibin. Polîsên vir yên sînorî xwestin ku me bi zorê siwar bikin. Niha em 30 heval in a rast em bêhtir in. Lê ji ber ku yên din berovajî hatine kelemçekirin nikarin peyabibin. Em di firokeyê de li benda peyabûnê ne, em dê qasek din peya bibin, bila xelk ji vir haydar bibin, em jî li benda temambûna rêkaran in, ihtimal e ku em di mercên zehmet de bimînin. Bila haya hevalan jê hebe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst