NIKE bi gotinên 'Dayîkên Kurd' û 'Kurdistan'ê bû rojev!

06-07-2024
Nîşan NIKE Reklam Kurdistan Rojev
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Markaya cîhanî ya cilên sporê NIKE bi gotinên “Ji Londonê heta bi Kurdistanê, ez hez dikim zêrên xwe wekî dayîkên Kurd bi xwe ve kim” bûye rojev.

NIKEyê di reklama xwe ya herî nû de gotinên strana koma “Bijî”yê bi kar anîn.

Di stranê de gotinên “Ji Londonê heta bi Kurdistanê, ez hez dikim zêrên xwe wekî dayîkên Kurd bi xwe vekim” derbas bidin û NIKE jî di reklama xwe de cih dide heman gotinan.

Reklam bi rêya hesabê fermî yê NIKEyê hat belavkirin ku 1,91 milyon şopînerên wî hesabî hene.

Bijî ji aliyê Robin Nazari û Maceo Frost ve hatiye damezirandin.

Koma Bijiyê rapa xwe ya bi navê Gold (Zêr) a ku NIKEyê bi kar aniye 28ê Hezîrana 2023yan belav kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst