Serokwezîrê Brîtanyayê Kurdek wek wezîr erkdar kir

28-11-2020
RÛDAW
Nîşan Nedîm Zehawî Kurd Brîtanya Wezîrê Tendirustiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, parlamenter Nedîm Zehawî wek Wezîrê Tendirustiyê yê taybet bi dabînkirina vaksîna Coronayê erkdar kir.

Nedîm Zehawî wek zarokê malbateke Kurd sala 1967an li Bexdayê jidayîk bû û ji 9 saliya xwe ve li gel malbata xwe li Brîtanyayê dijî.

Zehawî derçûyê Zanîngeha Londonê ye û ji meha Hezîrana 2017an ve li ser lîsta Partiya Parêzgarên Brîtanyayê endamê parlamentoyê ye bo navçeya Stratford.

Ew parlamenterê Kurd dê di erka xwe ya nû de raport bide Wezîrê Tendirustiyê  Matt Hancock û hevdem di posta xwe de jî wek Wezîrê Bazirganî dimîne.

Li gor bernameya hatiye danîn, divê belavkirina vaksîna Coronayê li Brîtanyayê herî kêm heta havîna bê berdewam be.

Li gor datayên Worldmeter, Brîtanya heftemîn welatê cîhanê te di warê hejmara zêde ya nexweşiyên Coronayê de.

Li gor amaran, heta niha milyonek û 589 hezar û 301 kes li Brîtanyayê tûşî vîrusa Coronayê bûne û ji wê hejmarê jî 57 hezar û 551 pêketiyên Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst