Serokwezîrê Gurcistanê: Stratejiyên me yên gelekî zelal hene

Duh li 09:59
Nîşan Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze COP29 Guherîna Avhewayê
A+ A-

Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze da zanîn ku di mijara guherîna avhewayê û jîngehê de stratejiyên wan ên gelekî zelal û dirêjdem hene.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuyê tê lidarxistin.

COP29ê 12ê mehê (doh) dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêlibergirtina germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze li ser naveroka konferansê got:

“Di konferansê de qala pirsgirêkên gelekî girîng û têkoşîna bi wan re tê kirin, her wiha behsa rewşa jîngehê û guherîna avhewayê tê kirin.”

Irakli Kobakhidze amaje pê kir ku Gurcistan amade ye beşdarî peymanên li ser jîngehê bibe û anî zimên:

“Ez geşbîn im ku dê di vê konferansê de hinek rêfektinên hevpar û bijartî bên kirin. Em jî amade ne ku beşdarî wan rêkeftinan bibin.”

Serokwezîrê Gurcistanê Irakli Kobakhidze li Bakuyê pirsên Rûdawê bersivandin:

Rûdaw: Birêz Serokwezîr pêşbîniya te ya ji bo konferansa îsal çi ye?

Irakli Kobakhidze: Gelekî dilxweş im ku li Bakuyê beşdarî COP29ê dibim. Di konferansê de qala pirsgirêkên gelekî girîng û têkoşîna bi wan re tê kirin, her wiha behsa rewşa jîngehê û guherîna avhewayê tê kirin.

Helbet hinek armancên dirêjdem hene. Divê em ji bo gihiştina bi wan armancan xebatên xwe bidomînin.

Welatê min pêbend e ku wan armancan bi cih bîne û em ji bo hevahengiyê amade ne û bê guman beşdarbûna me gelekî girîng e.

Rûdaw: Ji bo hûn rê li ber guherîna avhewaya welatê xwe bigirin we çi kiriye?

Irakli Kobakhidze: Stratejiyên me yên gelekî zelal û dirêjdem hene. Gurcistan yek ji wan welatan e ku di makezagona xwe de cih daye mafên jîngehê.

Her wiha siyaseta me siyaseteke berdewam e û em yasayên xwe yên derbarê jîngehê li gel yasayên Yekîtiya Ewropayê diguncînin û standardên xwe jî wekî yên wan dikin.

Dawiya dawî siyaseteke me ya berdewam heye û em dê xebatên xwe yên bi hevbeşên xwe re bidomînin da ku siyaseta me ya li ser vê babetê (jîngeh) berdewam bike.

Rûdaw: Tu geşbîn î ku dê hemû welat di vê konferansê de razî bibin ku alîkariya wan welatên hejar û di bin bandora guherîna avhewayê de bikin?

Irakli Kobakhidze: Ez geşbîn im ku dê di vê konferansê de hinek rêfektinên hevpar û bijartî bên kirin. Em jî amade ne ku beşdarî wan rêkeftinan bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst