Parlamentera Kurd a Brîtanyayê: Ez dixwazim zarokên min fêrî Kurdî bibin

14-07-2024
Hêvîdar Zana
Hêvîdar Zana @hevidarzana1
Siyasetmedara Kurd Feryal Clarkê bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da / Wêne: Rûdaw
Siyasetmedara Kurd Feryal Clarkê bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da / Wêne: Rûdaw
Nîşan Feryal Clark Parlamenter Kurd Brîtanya
A+ A-

Siyasetmedara Kurd Feryal Clarka ji Meletiya Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên 4ê Tîrmeha 2024an ên Brîtanyayê de bû parlamenter.

Feryal Clark sala 2019an li Enfielda Bakur bûbû parlamentar û careke din bû parlamentara heman herêmê.

Feryal Clarka 45 salî 21 hezar û 368 deng standin û bi rêjaya ji sedî 49,1 ji Partiya Karkeran hat hilbijartin.

Feryal Clarkê ji Rûdawê re diyar kir ku malbata wê ji Meletiyê ye û dê û bavê wê bi Kurmancî bi wê re dipeyivîn.

Parlamentera Kurd got ku ew dixwaze zarokên wê fêrî Kurdî bibin.

Clarkê herwiha da zanîn ew ji dengê Rojdayê hez dike.

Siyasetmedara Kurd Feryal Clarkê bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da û ev jî naveroka hevpeyvînê ye:

Rûdaw: Feryal xatûn, ev dema te xweş be.

Feryal Clark: Rêz û silav. Zor spas ji bo mêvandarîkirina min. Ez kêfxweş im ku bi we re me.

Rûdaw: Ez dixwazim ji navê te dest pê bikim. Navê te Fêryal e yan Feryal Clark e?

Feryal Clark: Navê min Feryal Clark e.

Rûdaw: Dê û bavê te herdu jî Kurd in û xelkê Meletiyê ne?

Feryal Clark: Dê û bavê min her du jî Kurd in û xelkê Meletiyê ne. Min paşnavê Clark wergirtiye çimkî ez bi zilamekî Îngilîz re zewicî me.

Rûdaw: Ez dixwazim em herin ser hilbijartinên dawî û serketina Partiya Karkeran li Brîtanyayê. Partiya Karkeran çawa karîbû vê serketina mezin bi cudahiyeke zêde bi dest bixe?

Feryal Clark: Bi baweriya min, gelek hêlên wê hene. Ev ji bo me erdhejeke mezin û ji bo Partiya Karkeran serketineke mezin bû. Bi baweriya min, yek ji sedemên vê serketina mezin ew bû ku serkirde Kier Stammer partiya xwe guhertiye, wer li partiyê kiriye ku bikaribe bi awayekî guncav rikberiyê di hilbijartinê de bike.

Sedemeke din jî ew bû ku niha welat ji derb ketiye û Partiya Parêzgaran 14 salan desthilatdar bû, karekî pir xirab kir û welat bêhêvî kir. Loma jî sedem tevliheviyeke ji serokatiyeke baş a Partiya Kar û birêvebirineke xirab a welêt ji aliyê Partiya Parêzgaran ve ji bo dema 14 salan. Tiştekî Partiya Parêzgaran nebû ku pêşkêşî welêt bike, lê ofereke Partiya Karkeran a pir erênî û pir xurt ji welêt re hebû. Lewra me ew hemû kursî bi dest xistin.

Rûdaw: Mijara koçber û penaberan yek ji wan sedeman bû ku Partiya Parêzgaran rastî wê têkçûna mezin hat?

Feryal Clark: Tiştê nexweş ew e ku Partiya Parêzgaran wekî adeta wan a her hilbijartinekê, hewl da ku pirsa koçberan wek siyasetekê û wek rêyekê ji bo dabeşkirina xelkê bi kar bîne, lê siyaseta wan a vê carê û şandina xelkê ji bo Rwandayê ne serketî bû, siyaseteke hovane û neqanûnî bû. Herwisa baweriya xelkê jî pê nedihat, loma nikarîbûn xelkê dabeş bikin wek ku berê dikirin.

Rûdaw: Niha hûn wek Partiya Kar desthilatdar in, hûn çawa dikarin pirsa koçber û penaberan çareser bikin. Hûn dibêjin ku hûn ê sînoran asêtir bikin, hûn ê çi bikin?

Feryal Clark: Vêga wekî hûn dizanin, binê Kanala Îngilîz û binê deryayan bi xewn û hêviyên koçberan dagirtî ne. Kesên ku rêwîtiyeke tije metirsî pêk tînin, ev nayê qebûlkirin û pêdiviya me bi rêyeke dadmendtir û çêtir a tevgera bi koçberan re heye.

Pêdiviya me bi rêyeke qanûnî ji bo koçberan heye. Mîna ku me ji bo Ukraynî û Efxanistanê kir ku xelk dikarin li welatên xwe daxwaza hatina Brîtanyayê pêşkêş bikin û rêwîtiyê bikin bêyî ku pêwîstiya wan pê hebe ku bidin ser wê rêya tije metirsî.

Em dixwazin karê komên qaçaxçî ku koçberan bi qaçaxî dibin û bi qeyikan vediguhêzin û jiyana wan dixin metirsiyê, dijwartir bikin. Divê lêpirsîn bi wan re bê kirin ji bo ku nikaribin xelkê bi kar bînin û jiyana wan têxin metirsiyê.

Rûdaw: Di sektora tenduristiyê de jî çend pirs hene wekî hebûna demeke dirêj a bendewariyê li nexweşxaneyên Brîtanyayê. Ev bûye pirseke mezin û bûye sedema gelek gengeşeyan. Wek Partiya Kar, çi çareseriyeke we ji bo vê pirsê heye?

Feryal Clark: Wekî hûn dizanin, Dezgeha Niştimanî ya Tenduristiya Brîtanyayê yek ji çêtirînan e yan dixwaze bibe yek ji çêtirînên cîhanê. Xizmetguzariyên wê ji bo her kesî belaş in û li ser asta cîhanê yek ji yên herî mifadar e. Lê Partiya Parêzgaran di 14 salên borî de, bi mebest hilberîn tê de rawestand û di vê demê de ji derb ket.

Plana Partiya Karkeran ew e ku 40 hezar hevdîtinên din ên doktoran organîze bike ji bo ku em di demeke kurt de dawî li van hemû rêzên dirêj ên bendewariyê bînin. Zêdeyî 7 milyon kesî li benda çareseriyê ne, neştergerî jî di nav de. Loma em ê hevdîtinên bêtir organîze bikin. Herwisa em ê pereyan bidin bijîjk û perestaran ji bo ku di dawiya hefteyê de û demjimêrên bêtir kar bikin da ku ew hejmar kêm bibe.

Lê ji bo siberoja dûr, em ê doktorên bêtir damezrînin, em ê kursiyên xwendinê li kolejên bijîjkî du caran ji niha zêdetir bikin, em ê 15 hezar kursiyên din li kolejên bijîjkî zêde bikin û em ê veberhênaneke zêdetir di perestar û pîrikan de bikin.

Plana hêza kar pirsgirêkeke pir mezin e. Loma em wê hêza kar ku pêdiviya me pê heye hildiberînin ku Parêzgaran di 14 salên borî de tiştekî wiha nekir. Tiştekî zaf dînane bû. Di demekê de ku pêdiviya me pir bi bijîjkan hebû, Parêzgaran 3 hezar kursiyên xwendinê li kolejên bijîjkî kêm kir. Ev beşek in ji tiştên ku em ji bo baştirkirina Dezgeha Niştimanî ya Tenduristiyê dikin.

Rûdaw: Hejmareke mezin a kurdan li Brîtanyayê heye. Lê Kurd di siyaseta Brîtanyayê de kêm tên dîtin. Sedema vê yekê çi ye?

Feryal Clark: Ez dikarim bibêjim ku em karekî zaf qenc dikin. Wek hûn dizanin, gera borî, ez parlamentera Partiya Karkeran bûm. Herwiha Nedîm Zehawî jî heye ku tewra bû wezîrê darayî û karekî baş bi Partiya Parêzgaran re kir.

Li seranserê Brîtanyayê gelek endamên encûmenên me hene ku Kurd in. Ango kesên Kurd di hikûmetên xwecihî de karekî pir baş dikin, herwisa di nav Partiya Karkeran de pir baş in. Dîroka me li Brîtanyayê ne pir kevn e, lê digel vê jî me karekî pir baş kiriye. Bi baweriya min, dê hejmareke pir zêdetir a kesên Kurd xwe di siberojê de berbijêr bikin. Min û Nedîm Zehawî derî vekiriye û em ê vekirî jî bihêlin.

Rûdaw: Piştî ku partiya we bi ser ket û hat ser desthilatê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li we kir. Bi dîtina te, partiya we dê pêwendiya Brîtanya û Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke din bike?

Feryal Clark: Bê guman Herêma Kurdistanê ji bo her hikûmeteke Brîtanî pir û pir girîng e. Bi baweriya min, hikûmeta berê ya Parêzgaran jî giringî dida vê pêwendiyê, nizanim heta çiqasî piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir lê ev pêwendî ji bo me zaf girîng e. Ez dê jî kar bikim ji bo ku piştrast bikim ku ev têkilî bê xurtkirin û ji bihêzbûnê ber bi bihêztirbûnê ve bê guhertin.

Rûdaw: Wekî hûn dizanin, Rojavayê Kurdistanê di rewşeke çawa de ye. Gelo Partiya Karkeran dikare misoger bike ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê aramtir bijîn û Brîtanya wan biparêze?

Feryal Clark: Kurdên li Sûriyeyê ji bo gelek salan dijwariyên mezin dîtin. Êrişên berdewam ên welatên derdorê jî ne alîkar bûn. Yek ji wan Tirkiyeyê ye ku bi berdewamî êrişî navçeyên Kurdî li Sûriyeyê dike ku min bi berdewamî di parlementoyê de behsa vê kiriye û ez dê berdewam jî behs bikim. Partiya min, Partiya Karkeran aştiyê li Rojhilata Navîn dixwaze.

Ez dê jî hewl bidim piştrast bikim ku ew aştî silametî û ewlehiya Kurdan li Sûriyeyê li xwe bigire. Di Parlamentoya Brîtanyayê de gelek kesên ku hevpeymanên Kurdên Sûriyeyê ne, bi min re hene. Em dê bi wan re şiyanên xwe bikin yek û hevbendiyekê pêk bînin ji bo ku em piştrast bikin ku pirsa Kurdên Sûriyeyê di rojevê de bê behskirin. Ez dê piştrast bikim ku hertim bigihe cihê xwe û were bihîstin.

Rûdaw: Li Bakurê Kurdistanê wek hûn jî dizanin, bi salan e şerekî dûrdirêj ê çekdarî heye. Rewşa siyasî jî xirab e û hejmareke mezin a siyasetkaran di girtîgehan de ne. Têkiliya Tirkiye û Brîtanyayê jî têkiliyeke xurt e. Gelo partiya we dikare ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê bibe alîkar?

Feryal Clark: Bi dîtina min, pirsa Kurd li Tirkiyeyê yek ji wan e ku çareserkirina wê pir dereng ketiye û wer dixwaze ku ew welat ango Tirkiyeyê li ser vê pirsê kar bike. Hikûmetên Brîtanîyayê yên li pey hev daxwaz ji Tirkiyeyê kirine ku li kurdan mikur were û bi awayekî dadmend bi wan re tevbigere. Her pêvajoyeke aştiyê jî hebe, ne tenê ji aliyê Brîtanyayê ve, li şûna wê, ji aliyê hemû cîhanê ve tê pêşwazîkirin. Hebûna Tirkiyeyeke bêîstiqrar ne di berjewendiya ti kesî de ye.

Dema Tirkiyeyê yek ji mezintirîn civakên gelê xwe diperçiqîne û bi vê bêrêzî û awayê hişk bi zêdeyî 20 milyon kesên welatê xwe re tevdigere, ne di berjewendiya ti kesî de ye. Lewra bêguman em pêşwaziya pêvajoya aştiyê dikin. Ger Tirkiyeyê her pêngavekê ber bi pêvajoya aştiyê ve biavêje, ez piştrast im ku dê piştevaniyeke mezin lê bê kirin, ne tenê ji aliyê Brîtanyayê ve, lê ji seranserê cîhanê.

Em daxwazê ji hikûmeta Tirkiyeyê dikin pêngavan biavêje. Di berjewendiya wan de ye ku welatekî wan ê ewle û aram hebe. Ji bo min hertim cihê pirsê ye ka çima ew hewl nadin pirsa Kurd çareser bikin û dest bi gotûbêjên pêvajoya aştiyê bikin ji bo ku çareseriyeke aştiyane li Tirkiyeyê çêbibe ku bi awayekî be bikaribe berdewam bike û bimîne.

Rûdaw: Rewşa Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî xirab e. Raporên rêxistinên mirovî jî her roj behs dikin. Ji bo ku Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bibin xwedî mafên xwe, hûn çi dikin?

Feryal Clark: Mixabin li gelek deverên Rojhilata Navîn Kurd hîn jî rastî perçiqandinê tên, Îran jî ne li derveyî vê yekê ye. Pirsgirêk ew e ku Îran naxwaze hevahengiyê bi ti kesî re bike. Di rastiyê de, cezayên ku bi salan e li ser hatine sepandin, ne alîkar bûn. Lê ji ber hilbijartina ku vê dawiyê li Îranê hat kirin, ez hêvîdar im ku ne tenê ji bo gelê Îranê, lê ji bo gelê Kurd jî em aştî û aramiyeke zêdetir bibînin.

Rûdaw: Girîngî ji bo Brîtanyayê çi ye ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bigihîjin mafên xwe? Gelo ti stratejiyeke Brîtanyayê ji bo vê heye?

Feryal Clark: Ji bo Brîtanyayê pir girîng e ku welatên aram hebin da ku bi wan re kar bike. Herwisa di berjewendiya wan welatan de ye ku têkiliyeke wan a baş bi kurdan re hebe li bakurê Îraqê û li Kurdistanê jî. Welatên ku pêwîstiya wan pê heye ku hevpeymanên wan li deverê hebin.

Hêvî û xwesteka gelê Kurd hebûna dewletê ye. Lê bi nêrîna min, di berjewendiya Brîtanyayê de ye ku dewleteke pêşketî û aqilane hebe ku bikarin bi wan re gotûbêj bikin û kar bikin. Herwiha bi dîtina min, çendik û çend sal e Kurdan tekez kiriye ku ew ji bo Rojava û Brîtanyayê jî hevpeymanên zaf qenc in.

Rûdaw: Ez dixwazim pirseke taybet jî ji te bikim. Tu dikarî bi Kurdî jî bersiva pirsa min bidî. Ez dizanim ku tu hinekî Kurdî dizanî û ji Meletiyê yî. Tu li muzîka Kurdî guhdarî dikî? Tu li kê guhdarî dikî?

Feryal Clark: Erê, ez li stranên Kurdî guhdarî dikim.

Rûdaw: Tu ji dengê kîjan hunermendî hez dikî?

Feryal Clark: Hunermendek heye navê wê Rojda ye û ez ji dengê wê hez dikim.

Rûdaw: Li mala we, dê û bavê te bi Kurdî bi we re dipeyivîn?

Feryal Clark: Erê, dê û bavê min bi kurmancî bi me re dipeyivîn lê kurmanciya me hinekî cuda ye. Îngilîzî…. dê û bavê min bi berdewamî bi Kurdî bi me re dipeyivîn. Her çiqasî kurdiya navçeyeke taybet bû lê Kurdî her Kurdî ye.

Rûdaw: Şêwezarê ku tu pê diaxivî yê Meletiyê ye û ez pir baş ji te fêm dikim. Tu hewl didî ku zarokên xwe jî hînî Kurdî bikî?

Feryal Clark: Erê, bêguman. Birayê min bi Kurdî û Îngilîzî bi zarokên min re dipeyive. Ez jî dixwazim piştrast bibim ku zarokên min hînî Kurdî dibin. Ez dixwazim piştrast bibim ku zarokên min dê zimanê min wergirin. Herwisa min navên Kurdî jî li zarokên xwe kiriye.

Rûdaw: Feryal xan, tu qet çûyî Kurdistanê û te serdana Herêma Kurdistanê kiriye?

Feryal Clark: Min careke tenê serdana wir kir di sala 2004an de. Min serdana Amed û Nisêbînê kir, lê ez ji wê çaxê ve, ji sala 2004an ve venegeriyame. Min careke tenê serdana wir kir.

Rûdaw: Te serdana Başûrê Kurdistanê nekir?

Feryal Clark: Na, min heta niha serdana wir nekiriye lê ez ê serdana wir bikim. Berê, zarokên min biçûk bûn û min nikarîbû rêwîtiyê bikim lê ez pir dixwazim di du salên bê de serdana wir bikim.

Rûdaw: Em dê bi hatina te ya Herêma Kurdistanê kêfxweş bibin. Li dawiyê dixwazim bizanim pêşniyarên te ji bo ciwanên me yên li Ewropa û Brîtanyayê çi ne ku di siyasetê de çalaktir bibin?

Feryal Clark: Ez ji ciwanên me re dibêjim ku siyaset girîng e. Siyaset di her beşa jiyana me de girîng e. Hez û meraqên te çi dibin bila bibin lê ji kerema xwe tev li siyasetê bibin. Partiya ku hûn tê de kar dikin, Partiya Karkeran be yan her partiyeke din be, ya girîng ew e ku hûn beşdarî siyasetê bibin û tê de çalak bin û piştrast bikin ku her kes li ser Kurdan bizane.

Rûdaw: Ez dixwazim dîsa vegerim ser pirsa koçberan, yên ku tê gotin ber bi Rwandayê ve tên şandin. Ma ew dê ber bi Rwandayê ve bêne şandin an li Brîtanyayê bimînin?

Feryal Clark: Em dê bêguman pêşî lê bigirin. Yek ji tiştên ku me soz da ew bû ku em koçberan neşînin Rwandayê. Ji dema ku Partiya Parêzgaran ew plan ragihand, du kes tenê ji bo Rwandayê hatin şandin. Ew jî bi awayekî xwebexş çûn. Em bi hêvî ne ku ew jî bên vegerandin û ti kes mafê wan binpê neke.

Rûdaw: Zor spas ji bo xatûn Feryal Clark ku ji Brîtanyayê mêvana me bû. Zor spas.

Feryal Clark: Ez kêfxweş bûm ku mêvana we bûm, hêvî dikim careke din bibim mêvana we.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst