Gelo Tirkiye û Almanyayê li ser şandina koçberan li hev kiriye?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Almanya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê red kir ku wan bi Almanyayê re ji bo vegerandina bikom a koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê peymanek îmze kiribe.

Di rojnameya Bilda Almanyayê de hat îdiakirin ku ji bo şandina koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên li Almanyayê di navbera Berlîn û Enqereyê de peymanek hatiye îmzekirin.

Bi gotina rojnameyê wekî gava yekem dê di çarçoveya peymanê de Almanya heftane 500 koçberî bişîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî şeva borî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Keçelî red kir ku wan bi Almanyayê re ji bo vegerandina bikom a koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê peymanek îmze kiribe.

“Lihevkirinek nehatiye kirin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî got:

“Ew nûçeyên di medyaya Almanyayê de derbarê vegerandina welatiyên me yên ji Tirkiyeyê ku li Almanyayê bê mafê rûniştinê dimînîn belav bûne nerast in.

Ji bo dersînorkirina welatiyên me ya bikom lihevkirinek nehatiye kirin.

Di hevdîtina 23yê Îlonê ya li New Yorkê ya di navbera birêz Serokkomarê me û Şêwirmendê Almanyayê Scholz de jî ev mijar nehatiye rojevê.”

Belavbûna nûçeyê di medyaya Almanyayê de di nav beşek ji koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên li Almanyayê bû sedema fikaran.

Li gorî amarên Hikûmeta Almanyayê di nîva yekem a salê de 441 koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine desrsînorkirin.

Bi vî awayî Tirkiye di karûbarên dersînorkirinê de bû 7emîn welat ku herî zêde tê hilbijartin.

Li gorî amarên Daîreya Koç û Koçberan a Almanyayê sala 2023yan li gorî salek berî wê rêjeya kesên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koçî Almanyayê dikin ji sedî 51 zêde bûye û Tirkiye di vî warî de piştî Sûriyeyê ketiye rêza duyemîn.

Sala 2023yan bi giştî 62 hezar û  624 welatiyên Tirkiyeyê ji bo penaberiyê berê xwe da Almanyayê.

Ji 30ê Hezîrana îsal ve jî li Almanyayê hikmê dersînorkirinê ji bo derdora 15 hezar koçberên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst