Dê bersiva wan çi be gelo?

25-12-2023
Ala Şalî
Ala Şalî
Nîşan YE Koçber Peyman Dersînorkirin Rastgirî
A+ A-

Welatên Ewropayê li ser siyaseteke hevpar a koçberiyê li hev kir. Wekî ku ew bi xwe dibêjin armanca lihevkirinê ew e ku ji niha û bi şûn de pirsgirêka koçberiyê bi awayekî tendurist çareser bikin.

Heke ez jî tendurist bûma, divabû ez vê hefteyê li Brukselê bûma û min ev bûyera girîng rûmal bikira. Divabû, wekî ku min her tim kiriye, mîkrofona Rûdawê deynim pêşberî serokan û li ser mafên koçberan û aliyê mirovî yê vê pirsgirêkê gelek pirsan ji wan bikim.

Berî ku ji we re behs bikim ku min dixwest çi ji wan bipirsim, ez dixwazim aliyên kêmtir naskirî yên peymanê ji we re eşkere bikim. Nîveka sala bê hilbijartinên Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) hene. Rapirsî nîşan didin ku li gelek welatên Ewropayê, partiyên rastgir ên tundrew ên dijî koçberan li pêş in.

Çawa ku me dît li Holendayê di hilbijartinên parlementoyê de bi ser ketin û li Almanya û welatên din jî di rapirsiyan de stêrka wan diçirise. Ev yek bû sedem ku partiyên rastgir ên navîn ên Ewropayê û serkirdeyên wan bikevin kêferatê û ji niha ve bi tedbîrên tundtir li hemberî koçberan berikê ji bin lingên partiyên dijî koçberan derxin.

Wekî mînak li Fransayê hikûmeta Serok Macron karîbû lihevhatinekê li ser guhertinên nû yên qanûna koçberiyê pêk bîne û di parlamentoyê de derbas bike. Her çend hîna jî pirsgirêkên wê hene û dibe ku hin xalên wê wekî nedestûrî jî bên dîtin. Li ser asta YEyê jî, siyaseta nû ya koçberiyê ku li ser hat lihevkirin bêhtir bi dilê rastgiran e.

Loma jî çepgiran di Parlamentoya Ewropayê de got ku roja peymanê "di dîroka Ewropayê de rojeke reş e" lê Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê got, "Ji niha û bi şûn de ne qaçaxçî lê Ewropa dê biryarê li ser çarenivîsa koçberan bide."

Di peymanê de gelek hûrgiliyên ku ji bo YEyê baş in hene. Bo mînak, mekanîzmayên wer tê de hene ku çawa careke din welatekî fena Belarûsyayê nikaribe bi koçberan gefê li Ewropayê bixwe û koçber nebin qurbaniyên lîstikên siyasî lê dîsa jî li gor rêkeftinê, ji niha û bi şûn de li ser sînorên YEyê, her koçberek ku gihişt tê skrînkirin û ew yek tê lêkolînkirin ka gelo ew bi kêrî wê yekê tê ku daxwaza mafê koçberiyê bike yan na.

Heke bi kêr nehat, tavilê li kampeke girtî tê danîn û ji bo dersînorkirinê tê amadekirin, dibe ku dersînorkirin jî ber bi welatekî sêyem ê nearam ve be. Ji bo welatên nola Albanya û Ganayê jî. Welatiyên wan demildest tên dersînorkirin. Ji bo welatên din jî ku rewşa wan ne aram e, wek mînak Îraq, dê dosyeyên wan di nava 12 hefteyan de werin yekalîkirin û heke bikêrhatî be jî dê ber bi welatekî YEyê ve were şandin û di demeke hindik de dê bersiva daxwaza wî/wê were dayîn. Welatên ku nexwazin koçberan wergirin divê pereyan bidin welatên li ser sînor.

Kesên nexweş ger were zanîn ku ew tenê ji ber nexweşiyê hatine, êdî bi hêsanî rê bi wan nayê dayîn ku bigihin welatên Ewropayê. Nîşandana nermiyê li hemberî zarok û malbatan jî dê kêmtir bibe. Ev û gelek hûrgiliyên din ku di peymanê de hene bûne sedem ku rêxistinên parastina mafên mirovan (Amnesty û Human Rights Watch jî di nav de) pir jê bi fikar û dilgiran bin û rexneyan lê bigirin.

Ger tenduristiya min destûr bida ku ez li Brukselê bim û pirsan ji serok û rêberan bikim, min dê ji wan bipirsiya: Ma hûn dizanin bi siyaseta ku niha jî heye rewşa koçberan di kampên girtî yên Yewnanistanê de çiqasî nemirovî û dijwar e, min bi xwe jî rûmal kiriye, garantî çi ye ku ji niha û bi şûn de Yewnanistan an Îtalya tevgereke mirovîtir li hemberî kesên di kampên girtî de bikin?

Herwisa min dê bipirsiya: Zarok û malbat gelek caran dibin qurbaniyên biryarên serekên malbatên xwe (ku piraniya wan mêr in), naxwe çima divê bi wê peymana nû ew jî bên cezakirin û careke din bibin qurbanî?

Bêguman, min ê ev jî bipirsiya: Gelek kes dibêjin ku ev peymana we jî çareseriyeke demkî û bencker e, ma hûn hest nakin ku ev gotin rast e û divê hûn bi alîkariya welatên ku koçber ji wan tên, pirsgirêkê çareser bikin?

Wekî mînak, hûn wer bikin ku xelk li Kurdistanê her tim xema nebûna mûçe, bêkarî û paşerojê naxwe û demokrasî û azadiya raderbirînê were kûrtirkirin qene ciwanên Kurdistanê berî nedin rêya koçberiya neyasayî? Ez pir meraq dikim ku bizanim ger hevkarekî min ê din rojên bê van pirsan ji wan serok û serkirdeyan bike, gelo dê bersiva wan çi be?

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst