Tirkiyeyê di 24 demjimêran de 400 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin

27-10-2023
Nîşan Tirkiye Koçber Sûriye Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê di 24 demjimêran de bi rêya deriyên Bab el-Hewa û Girê Spiyê 400 koçberên Sûriyeyî dersînor kirin.

Li gorî ofîsên deriyên Bab el-Hewayê yê li bakurê Îdlibê û Girê Spiyê yê li bakurê Reqayê, Tirkiyeyê di maweyê 24 saetên dawiyê de 400 koçberên Sûriyeyî dersînor kirine.

Li gorî heman çavkaniyê, Tirkiyeyê 90 koçber bi rêya deriyê Girê Spiyê radestî grûpên çekdar kirine.

Herwiha 310 koçberên din ên Sûriyeyî jî bi rêya deriyê Bab el-Hewayê radestî Desteya Tehrîr el-Şamê kirine.

Tirkiyeyê ji destpêka vê mehê ve, bi hezaran koçberên Sûriyeyî bi rêya deriyên Bab el-Hewa û Girê Spiyê dersînorî welatê wan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst