XEZE - Neteweyên Yekbûyî banga agirbestê kir: Amerîkayê veto kir

20-11-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Neteweyên Yekbûyî (NY) Xeze Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê pêşnûmeya biryarnameya Neteweyên Yekbûyî ya li ser ragihandina agirbestê li Xezeyê veto kir.

Amerîkayê bi hêza xwe ya vetoyê ya di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de, pêşnûmeya biryarnameya li ser şerê Hemas û Îsraîlê ku tê de daxwaza agirbesteke bilez û berdana bê şert û merc a dîlan dikir veto kir.

Biryarnameya ji aliyê 10 endamên nedaîmî yên Konseya Ewlehiyê ve hatibû amadekirin.

Ji 15 endamên Konseya Ewlehiyê 14an dengê erê da belgeyê.

Ev cara çaremîn e ku Amerîka pêşnûmeya biryarnameyên agirbesta li Xezeyê veto dike.

Di madeya yekem a pêşnûmeya ku ji 9 paragrafan pêk tê de hat gotin:

“Agirbesteke bilez a bi şert û merc ku hemû alî rêzê lê bigirin tê xwestin.”

Dîsa hat xwestin ku hemû dîlên ku di bin dorpêçê de ne werin berdan, hemû alî rêzê li yasayên navneteweyî bigirin û xelkê sivîl ê li Xezeyê bigihêjin alîkariyên mirovî.

Di pêşnûmeya biryarnameyê de her wiha ji aliyan hat xwestin ku rêzê li girtiyan bigirin û banga 'pabendbûna tam' a bi yasaya mirovî ya navneteweyî hat kirin.

Amerîkayê berê jî 3 pêşnûme veto kiribûn

Amerîkayê beriya niha 3 pêşnûmeyên biryarnameyan ên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku daxwaza agirbesta bilez li Xezeyê dikir veto kiribû.

Amerîkayê ku pêşnûmeyên biryarnameyan ên Xezeyê yên Çiriya Pêşîn a 2023yan, Kanûna Pêşîn a 2023yan û Sibata 2024an veto kiribûn û ji bo pêşnûmeyên din jî deng nedabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst