Li Yunanistanê agirê daristanê 7 roj in nehatiye vemirandin

28-08-2024
RÛDAW
Nîşan Yunanistan Şewat Çiyayê Pangeoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Yunanistanê şewata daristanê ya li Çiyayê Pangeoyê ku li bajarê Kavalayê ye di roja 7an de jî dewam dike.

Hat ragihandin ku hîn jî agir nehatiye kontrolkirin.

Li gorî nûçeyên medyaya Yunanistanê, şewata 22yê Tebaxê dest pê kir tevî hemû midaxeleyan 7 roj in dewam dike û hîn nehatiye vemirandin.

Ji bo midaxeleyê 280 agirkuj, 46 wesayitên agirkujiyê, 3 helîkopter û 3 balafir beşdarî xebatên vemirandinê bûn.

Heta niha 13 hezar donim daristan şewitîn.

Li aliyê din, li seranserê Yunanistanê îro ji ber rîska mezin a şewatê alarma zer (kategoriya sêyem) hat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê herêmên ku tê texmînkirin di nexşeya rîskê ya şewatê de ne ev in; Attikî, Egrîboz, Etoloakarnania, Korint, Argolis, Lakonia, Ilia, Merîç, Rodop, Taşoz, Halkidikî, Girit û Giravên Egeya Bakur.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst