Meşa Çiyayê Cûdiyê hat astengkirin: 'Cûdî rûmeta me ye'

01-08-2023
Ferdî Sak
Ji bo balê bikişînin ser agirê daristanên Çiyayê Cudî çalakiyek hat kirin
Ji bo balê bikişînin ser agirê daristanên Çiyayê Cudî çalakiyek hat kirin
Nîşan Çiyayê Cûdiyê Şirnex Silopya Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gelek kes ji bo balê bikişînin ser birîn û şewitandina darên li Çiyayê Cûdiyê bi pêşengiya HDP-DBP-YSPyê li navçeya Silopyaya Şirnexê kom bûn û wan xwest meşekê li dar bixin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rê li ber girseyê girt û wan meşa ber bi Çiyayê Cûdiyê ve asteng kir.

Ev hefteyek e agirê ku bi daristanên Çiyayê Cûdiyê ketiye berdewam e.

Roja duşemê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk (YSP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û çendîn sazî û rêxistinên civaka sivîl û xwezahezan ji bo balê bikşînin ser agirê li daristanên Çiyayê Cûdiyê çalakiyek li dar xist.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê rê li ber çalakiyê girt

Parlamenter û hejmereke welatiyan beşdarî çalakiyê bûn lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê meşa ber bi Çiyayê Cûdiyê ve asteng kir.

Xwezahezê ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Murat Bîlgîç got:

“Dê sibê jî ev daristan û gel hebin. Sibê jî yên ku jiyanê diparêzin dê hebin. Hûn dê ne li vê derê bin. Ev dar û daristan ne malî kesî ne. Tiştên ku îro tên kirin tenê ne li Çiyayê Kurdistanê ne.

Wek Tevgera Ekolojiyê ya Mezoptomyayê em bang dikin ku li Kurdistanê qirkirina ekolojiyê heye û werin em bi hev re lêkolînan bikin ka ev qirkirina xwezayê bi destê kê tê kirin.”

“Çiyayê Cûdiyê rûmeta me ye”

Hem xelkê navçeyê hem jî xelkê parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn. Çalakvanan li gel dirûşmên “Bê xweza jiyan nabe"  pankartên “Cûdî rûmeta me ye” rakirin.

Çalakvanan piştî daxuyaniya çapemeniyê 15 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

“Şewitandina çiyayan jixwe qedexe ye”

Çalakvana ji Silopyayê jî got: “Hûn doza çi li me dikin? Şewitandina çiyayan jixwe qedexe ye.”

Li aliyê din, berî çalakiyê avahiyên HDP û YSPyê yên Silopyayê ji aliyê hêzên ewlakariyê ve hatin dorpêçkirin. Li ser vê yekê di navbera polîsan û parlamenterên YSPyê de alozî derket.

“Hûn şerê çi dikin?”

Parlamentera YSPyê ya Şirnexê Newroz Uysalê jî got: “Dê li vê derê daxuyaniyeke çapemeniyê ya aştiyane û bêçek bê dayîn. We ev der û ew der girtiye. Hûn şerê çi dikin?”

Hefteyek berê agir ji ber topbarana artêşa Tirkiyeyê bi daristanên Çiyayê Cûdiyê ketibû.

Her sal di demsala havînê de ji ber operasyon û topbaranên Artêşa Tirkiyeyê agir bi daristanên Bakurê Kurdistanê dikeve û bi hincetên ewlehiyê rê nayê dayîn ku xelk wan agiran vemirînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst