Derketina agir û şewatan, jinavçûna daran û hêşînahiyê ya Lanînayê tînin Îraqê

19-08-2023
Mehmûd Baban
Nîşan Mehmûd Baban Daristan Şewat Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Jinavçûna daran û nemana rûbera keskahiyê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye ku her sal 100 kîlometre çargoşe ji axa wan dibe biyaban, di demekeê de ku 40% ji axa wan bi xwe sehra ye. Ev çolbûn, jinavçûna hêşînahiyê û derketina agir û şewatan, ji bilî encamên wê yên demdirêj, dê zeviyên çandiniyê li Îraqê ji %12.2 bo 8.3 kêm bike, her wiha dê bibe sedema zêdebûna hilmbûna avê û nemana cihok, çem û rêyên avê. Ev hemî dê ji hêla keş û hewayê ve, Îraqê têxin rewşeke nû.

Li gorî daneyên GFW – Çavdêriya Daristana Cîhanî, di navbera salên 2000 û 2022yan de, Îraqê 137 hektar zeviyên daristanî û tijî dar ji dest da, 22 hektar tenê ji ber şewatan bûn û 115 hektarên mayî jî ji ber sedemên cuda ji nav çûn. Sala ku herî zêde wendahiya dar û qada hêşîn lê çêbû sala 2003an bû ku ji ber agir û şewatê 7 hektar zeviyên hêşîn û daristanî qirr bûn.

Her wisa, li sînorê parêzgehên Herêma Kurdistanê, li gorî amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, di navbera 2009 û 2022yan de, "Milyonek 224,000 donim daristan, pûş û çewlig û mêrg şewitîne," ji ber germahiya zêde, berdewamiya şer û cengan, kêmbûna hişyariyê û şewatên bi qestî.

Li aliyê din, li gorî lêkolîneke zanistî ya sala 2000an, Îraq xwedî 9 hezar û 800 kîlometre çargoşe erda çolbûyî bû. Lê piştî 14 salan gehiştiye zêdetirî 14 hezar û 400 kîlometre çargoşe. Tewra di 10 salên çûyî de, nemana daran, ziwabûna çirravan, derketina agir û şewatan û bilindbûna germê zêde bûye û ketiye qonaxeke nû.

Di rastiyê de, nemana keskatiyê rasterast bi germahiya bilind ve girêdayî ye, ji ber vê yekê van rojan bajarên Îraqê bilindtirîn pileyên germahiya cîhanê tomar dikin, di heman demê de li gorî amara ajansa guherîna avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê, C3S meha borî meha herî germ bû li dinyayê ku heya niha hatiye tomar kirin. Ji 1991-2020yan 0.72 pile germtir û ji 1850-1 1.5 pile germtir bû. Ger em germahiya li Îraqê di navbera her du serdeman de bidin ber hev, du qatan ji ya ku li cîhanê qewimî zêdetir e.

Di beşa duyem a vê rêze nirxandinan de, em helwestekê li ser guhertinên jîngehî yên jinavçûna dar, rêjeya hêşînahiyê, hejmara agir û şewatan, berdewamiya bandora şer û biyabanbûnê li ser asta parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê pêşkêş dikin.

Jinavçûna dar û rûberên kesk li Îraq û Herêma Kurdistanê

Li Îraqê 28600 hektar zeviyên dar û daristanî hene, lê tenê 9 milyon û 46 hezar hektar zeviyên dar û daristanî di du dehsalên borî de zêde bûne, ango ji sedî 0.1ê cîhanê, di heman demê de ew rûbera ku salane qirr dibe, salane çend caran zêde bûye. 

Binêre grafika 1ê li ser dar û daristanên aram û bidestxistî li ser asta Îraqê.


Nîşe: Ev dane ji bo heyama 2000-2020î ne, di sê salên borî de bêtir guherîn çêbûne.

Li gorî daneyên GFW, di navbera salên 2001 û 2019an de li Îraqê bi rêjeya ji sedî 0.78 ango 137 hektar dar û zeviyên daristanî ji nav çûne, lê tevî zêdebûna hejmara agir û şewatan, lê sal bi sal bi taybetî ji sala 2008an heta sala borî, jinavçûna daran wekî ku di grafika duyemîn de tê xuyakirin, kêm bûye.

 

Herwiha li ser asta parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê di warê dar û daristanên aram û berdest de, parêzgeha Hewlêrê ji hemî parêzgehan çêtir e û parêzgeha Kerkûk jî ji hemû parêzgehan xerabtir e. Hewlêr xwediya daristanên herî daîmî ye û piştî wê parêzgeha Duhokê tê, lê wekî din Kerkûk bi tenê 3.14 hiktar dar û 2.2 hiktar dar û keskahî li xwe digire, ku ya herî kêm e li ser asta Îraq û Herêma Kurdistanê.

 

Derketina agir û şewatê li parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê

Li gorî pergal û daneyên VIIRS, demsala agir û şewatê li Îraqê di dawiya meha Sibatê de dest pê dike û 40 hefteya berdewam dike, di navbera 8ê Tebaxa 2022 û 7ê Tebaxa 2023an de 18 hezar û 442 şewat û bûyerên agir li hemû parêzgehên Îraqê hatine tomarkirin Bi giştî ev hejmar li gorî salên berê gelekî zêde bûye.

Her wisa, di navbera salên 2001 û 2022yan de, nêzîkî 22 hektar ji zeviyên daristanî şewitîn û 115 hektarên din jî ji ber sedemên din li Îraqê hatin wêrankirin, her wisa, heya vêga rêjeya herî bilind a qirrbûna ji ber agir di sala 2003an de bi 7 hektaran bû.

Havîna îsal, bi taybetî ji dawiya Hezîranê heta hefteya yekem a Tebaxê, hejmara şewatan li Îraqê du qatan zêde bûye, ji sala 2012 heta 2022 kêmtir ji 5 hezar şewatan di heftiyê de bû, lê îsal ji 25 hezaran  zêdetir bûn, li grafika 4 derbarê bûyerên agir û şewatê li Îraqê binêre.

 

 

 

Şewitandina daristan, pûş û daran li Herêma Kurdistanê

Şewitandin li deverên cuda û şewat li deverên çiyayî yên asê yên Herêma Kurdistanê di heyama du mehên borî de, heftane bûyerên şewitandina dar û daristanan rû didin ku agir bi lez û bez belav dibe, ev ne tenê li Herêma Kurdistanê ye, lê li piraniya welatan e, nexasim li welatên xwedî daristanên himbiz, ji ber bilindbûna pileyên germahiyê û encamên guherîna avhewayê bûyerên agirpêketin û şewatan her diçe zêdetir dibin.

Di derbarê Herêma Kurdistanê de, ji ber kêmbûna baranê û zêdebûna rojên germ ên salê, di heyama 13 salên borî de milyonek û 224 hezar donim keskahî û daristan û çewlig şewitîn. Li gorî amarên Rêveberiya Daristanan a Wezareta Çandiniyê, di sala 2015an de, mezintirîn rûbera dar, zeviyên daristanî, şînahî û daran şewitîn ku di wê salê de gihîşt 314 hezar doniman.

Li gorî daneyên berdest ên bûyeran, herî kêm şewitînên dar, pûş û daristanan li Herêma Kurdistanê ji ber sedemên xwezayî çêbûne, lê sedemên ku di deh salên borî de bûne sedema têkçûna dar û hêşînahiyê: Di serî de çalakiyên leşkerî û mirovî, nemaze bombekirin û êrîşên leşkerî yên welatên cîran li ser deverên çiyayî yên sînorî yên Herêma Kurdistanê, ku sedema sereke ya şewitandin û wêrankirina daristanên Herêma Kurdistanê ne.

Her wiha di warê bandorên şer û bombebaranê de j, li gorî raporeke rêxistina PACSê, tenê li deverên çiyayî ji ber bombebarana Tirkiyê û şer û pevçûnên ligel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 49 hezar û 568 donim zeviyên kesk şewitîne ku ji wan 22 hezar û 659 donim li navçeyên siruştî yên parastî ne, xasma jî ji Gulanê heta Îlona sala 2020an, rûbera 298 hezar û 750 donim pûş û daristan şewitîn.

Li ser asta navxwe jî, şewat û nebûna hişyariyê, hebûna kanên komirê û birîna daran di zivistanê de ji sedemên mirovî yên şewitandin û wêrankirina daristanên Herêma Kurdistanê ne. Bi tenê jî di bûyera şewata navçeya Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê (devera Balakayetî) (16.08.2023) de, 6 hezar dar û nêzîkî 4 hezar donim pûş û daristan şewitîn û qirr bûn. Ev di demekê de ye ku li gorî amarên Rêveberiya Daristanan a Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, herî zêde şewat û agirketina bi daran, şewitandina şînahî û daran li parêzgeha Silêmaniyê bû.

 

Dûmahîk

Di meha Adara îsal de, di konferansa avhewayê de li Besrayê, serokwezîrê Îraqê plana çandina 5 milyon daran ragihand, lê li gorî xerciyên Wezareta Darayî ya Îraqê di pênc mehên yekem ên îsal de, ti dînarek bona projeyên veberhênanê di vê kertê de seba Wezareta Jîngehê nehatiye xerckirin!

Guherîna avûhewayê û windabûna dar û daristanên Herêma Kurdistanê û çirravên naverast û başûrê Îraqê ku beşeke girîng a vê xakê pêk tînin, bandorên wê ji niha ve derketine holê û nêzîkî heft milyon Îraqî ji ber encamên wê dinalin.

Guhertin ne tenê xwezayî ne, lê rola mirovan û berdewamiya şer û pevçûnan, bi taybetî li deverên çiyayî, roj bi roj bûye sedema kêmbûna dar û deverên hêşîn û deverên bi daran mişt, tewra li gor amaran di heyama du dehsalan de (1999-2018) rûbera kesk li Herêma Kurdistanê ji %23.46 daketiye %12.44.

Şewatên di tîrmeha îsal de, di deh salên borî de gihîştiye hejmara xwe ya herî bilind. Bi rengekê ku gihane zêdetirî 18. 000 şewatên ku bi satelaytan li seranserê Îraqê hatine tomarkirin. Ew ne tenê encamên demkurt ên wekî şewitandina daran, hilweşandina darên pîr, cihêrengiya biyolojîk û jicîhûwarkirina jîngeha kovî vedigire. Tewra di demeke dirêj de, ew ê diyardeyeke nû biafirîne ku dê bandoreke mezin li ser salên paşerojê bike di warê baran û germbûna li deverê de, ku jê re dibêjin La Nina, ku di van salên dawî de li Awusturalyayê qewimî.

Li dawiyê, heke hewldan nebin pratîk û hevrikî neyên kêmkirin û bidomin, wê demê em ê bi leztir xatirê xwe ji deverên sirûştî yên kesk ên li Îraq û Herêma Kurdistanê bixwazin. Her wisa, di beşa bê û ya sêyem a vê rêzenivîsê de em ê dabaşa jehrîbûna bayê û derxistina karbondîoksîtê û gazên ziyanker li Îraqê û encamên wê bikin

Çavkanî:

Othman, A.A., Al-Saady, Y.I., Shihab, A.T., Al-Maamar, A.F. (2020). The Aeolian Sand Dunes in Îraq: A New Insight. In: Al-Quraishi, A., Negm, A. (eds) Environmental Remote Sensing andGIS in Îraq. Springer Water. Springer, Cham. https://doi.org/10.1007/978-3-030-21344-2_12

Hansen, M. C., P. V. Potapov, R. Moore, M. Hancher, S. A. Turubanova, A. Tyukavina, D. Thau, S. V. Stehman, S. J. Goetz, T. R. Loveland, A. Kommareddy, A. Egorov, L. Chini, C. O. Justice, and J. R. G. Townshend. 2013. “High-Resolution Global Maps of 21st-Century Forest Cover Change.” Science 342 (15 November): 850–53. Data available on-line from: http://earthenginepartners.appspot.com/science-2013-global-forest

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst