3 roj in ku Cûdî dişewite: Nahêlin agir were vemirandin

28-07-2023
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Cûdî Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopyayê ya Şirnexê, 3 roj in agir bi daristana Çiyayê Cûdiyê ketiye û leşker rê nadin ku agir bê vemirandin.

Li Çiyayê Cûdiyê di navbera gundên Sorbitmê û Gera Mihetê yên nêzîkî qereqoleke leşkerên Tirkiyeyê 26ê Tîrmehê demjimêr 22.00an agir dest pê kir.

Di vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, tê dîtin leşker bi ken behsa şewata li Çiyayê Cûdiyê dikin.

Li gorî zanyariyan, agir ji ber topbarana artêşa Tirkiyeyê derketiye û ji bo vemirandinê ti xebat nayê kirin.

Herwiha leşker rê nadin ku gundî jî biçin herêmê û agir vemirînin.

Li herême ba gur e û ji ber bayê gur agir her ku diçe berbelavtir dibe. 

Hinek parlamenterên Partiya Çepên Kesk (YSP) doh li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Van parlamenteran rexne li Wezareta Çandinî û Daristanan û berpirsên Şirnexê girtin ku tevî agahdarkirinê wan hewl nedaye agir vemirînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst