ILO: Ji ber koronayê ji her 6 ciwanan yek nikare kar bike

28-05-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Cîhan Bêkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber vîrusa koronayê li cîhanê bi giştî ji her şeş ciwanan yek bêkar maye. Li gor Rêxistina Kar a Navdewletî (ILO) dê ev bahor bi dehê salan bandorê li rewşa kar a ciwanan bike.

Rêxistina Kar a Navdewletî ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li cîhanê bi giştî ji her şeş kesên di jêr temenê 29 salî de ji ber vîrusa koronayê nikarin kar bikin. Li gor lêkolîna ku ji aliyê ILO ve hatiye kirin, eger çareseriyek neyê dîtin dê ev rewş bi dehê salan bandorê li ciwanan bike, bi taybetî di derfetên kar de.

Dîrektorê Giştî yê ILOyê Guy Ryder da zanîn ku bi taybetî ciwanên temenê wan di navbera 15-28 salî de ji vê rewşê zerar dîtine û got: “Metirsî ev e, ciwanên ku destpêkê ev şok dîtin, dibe bandora wê deh sal an zêdetir berdewam bike.”

Ryder diyar dike ku eger bibêjin kerentîne û qedexe bo vî nîfşî metirsî ne nabe axaftineke mezin. ILOyê ragihand ku ji ber vîrusa koronayê tam 305 milyon demjimêrên kar jidest çûne.

Berî krîza koronayê di dawiya sala 2019an de li ser asta cîhanê rêjeya bêkariyê ya ciwanan derdora ji sedî 13,6 de bû. Li tevahiya cîhanê 267 milyon ciwan ne di karekî de kar dikirin û ne jî perwerde ditîtin. Li gor ILOyê, ji meha Sibatê ve di nav ciwanan de û bi taybetî jî di nav jinên genc de bêkarî gelekî zêde bûye.

Wek mînak li Kanadayê rêjeya bêkariyê ji Sibatê heta Nîsanê ji sedî 6 zêde bûye û bêkariya di nav ciwanan de bûye ji sedî 14,3. Di nav jinên ciwan de jî bûye ji sedî 28,4.

Li gor lêkolînê li Amerîka û welatên din jî rewşa bi heman awayî ye. Li ser asta cîhanê ji sedî 17ê ciwanên din bin 29 salî de dema bahorê destpê kir neçar mane dest ji karê xwe berdin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst