Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Fransayê daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê dike di warê darayî de li gel hev kar bikin bo ku bikarin rûbirûyê vîrusa Koronayê bibin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di nûtirîn çavpêketina medyayî de, tekezî li ser yekgirtin û li gel hev karkirina welatên Ewropayê kir di rûbirûbûna Koronayê de û got, “bêyî hevsozî û li gel hev karkirina Ewropayê di herdu warên darayî û tendirustî de, em nikarin bi ser vê qeyranê de zal bibin.”
Serokomarê Fransayê pirs kir, “Gelo Yekîtiya Ewropa û navçeya euro, xwe tenê li çend saziyan girtiye yan Yekîtiya Ewropa bîr li gel hev karkirin û dabînkirina xerciyan dike di vê qeyranê de ku niha em girtine?”
Macron dibêje jî, “Girîng nîne pişka pare çend be, ew girîng e, li gel hev karkirina me ye çi bi rêya pêdana deyn bi hevdu û yan bi damezrandina budceya hevbeş.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse