Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Kolombiyayê êrişî endamên berê yên Hêzên Biçek ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) kir, 10 kes hatin kuştin.
Li gorî nûçeyên medyaya neteweyî ya Kolombiyayê, êrişê li çoltera Uribeyê ya herêma Metayê rû daye.
Hedefa êrişê nûnerên Estado Mayor Centralê (EMC) bûn ku rêxsitina seqfî ya FARCê ye.
Di pevçûnan de 10 endamên EMCyê hatin kuştin û 3 jî hatin girtin.
Artêşê diyar kir, “derbeke mezin” li EMCya ku pêşengê Ivan Mordisco ye hatiye xistin.
Hat gotin ku artêşê dest daniye ser cebilxaneyeke mezin a EMCyê.
Her wiha hat diyarkirin ku Mordisco hewl dide li Newala Dudayê hakimiyeta xwe ava bike ku herêmên Cundinamarca, Meta û Huilayê digihîne hev.
EMC
Nestor Gregorio Verayê bi nasnavê "Ivan Mordisco" lîderiya EMCyê dike û EMC wekî Fermandariya Giştî ya FARCê jî tê zanîn.
EMC qet tev li hevdîtinên aştiyê yên dewlet û FARCê nebûye.
Li gorî medyaya Kolombiyayê, herî kêm 3 hezar û 500 endamên EMCyê hene ku 2 hezar 180 ji wan bi çek in.
EMC li Kolombiya, Venezuela û Ekvadorê çavkaniyên darayî peyda dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse