Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartinên Amerîkayê de, namzedê Komariyan Abraham Hamadeh wekî nûnerê Arizonayê yê Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat hilbijartin.
Bi vî awayî cara yekem kesekî ku bi eslê xwe Sûriye-Libnanî bû endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê.
Di hilbijartinên roja sêşemê yên Amerîkayê de, ji bilî Serok, endamên Meclisa Nûneran, endamên Senatoyê û parêzgehan 11 eyaletan jî hatin hilbijartin.
Abraham Hamadehê ku kurê bavekî Libnanî û dayîkeke Sûriyeyî ye, li Arizonayê ji bo Meclisa Nûneran hat hilbijartin.
Arizona xwedî 9 endamên Meclisa Nûneran e. Abraham Hamadeh ji bo nûnertiya navenda bajarê Phoenixê û navçeyên bakur û rojava hat hilbijartin.
Abraham Hamadeh di dema kampanyaya hilbijartinan de got:
“Ji min mezintir hevpeymanê Cihûyan nînin.”
Abraham Hamadeh par ji bo dozgeriya giştî ya Arizonayê bûbû namzed û 1,3 milyon deng standibûn lê hevrikê wî yê Demokrat Chris Mayes bi kêmî 300 dengî bi ser ketibû.
Hamadeh piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyeyê sala 2011ê li ser medyaya civakî piştgirî da avakirina federaliyê û got:
“Ez dibêjim laşê min rengdana federalîzma Sûriyeyê ye. Ji sedî 50 Durzî, ji sedî 25 Kurd û ji sedî 25 Sûriyeyî.”
Abraham Hamadeh sala 2012an li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsîbû:
“Malbata min dibêje koka me ji Selahedîn tê, çaryeka min Kurd e.”
@ranoosh726 I used to be obsessed with that movie! Seen it like 10 times. My family says we're related to Saladin! I'm a quarter Kurd.
— Abe Hamadeh (@AbrahamHamadeh) December 11, 2012
Hamadeh di parvekirineke xwe ya din a sala 2014an de jî anîbû ziman:
“Ez bi serxwebûna Kurdan re me, demeke dirêj e.”
@ASeffens I'm all for Kurdish independence, it's long overdue!
— Abe Hamadeh (@AbrahamHamadeh) July 10, 2014
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse