Fransa, hilbijartinên pêşxwet, Kurd û ‘qumara Macron’

15-06-2024
Hêmin Ebdullah
Dr. Aso Ebdulla Hesenzade bû mêhvanê Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dr. Aso Ebdulla Hesenzade bû mêhvanê Diyasporayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Fransa Hilbijartinên Pêşxwet Emmanuel Macron Diyasporaya Kurdî Tundrew
A+ A-

Almanya (Rûdaw) – Biryara Emmanuel Macron a hilbijartinên pêşwext li medyaya Fransayê wekî “qumara Macron” tê nirxandin û bandore tundrewan a li ser Kurdan tê nîqaşkirin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştî derketina encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê, biryara hilbijartinên pêşwext da.

Vê hefteyê, li şûna ku Fransayî û tewra Ewropayî jî dabaşa serketina rastgirên tundrew a li Fransayê bikin, ew qala wê yekê dikin ka çawa Macron ev biryar daye.

Hinek medya û saziyan ji bo vî karê wî navek jî dîtiye û jê re dibêjin “qumara Macron” çimkî wisa difikirin ku serokê Fransayê hêvîdar e ku rastgirên tundrew serketinên mezin di hilbijartinan de bi dest nexin.

Lê heke wisa derneket û Macron di qumara xwe de nebir, wê demê dê tundrew li Fransayê bihêztir jî bibin.

Bihêzbûna tundrewan dê bandorê li Diyasporaya Kurdî ya li Fransayê jî bike.

Kesayeta akademîk û siyasî Dr. Aso Ebdulla Hesenzade bi rêya Skype-ê ji Fransayê bû mêvanê Diyasporayê û mijar bi berfirehî nirxand.

Dr. Aso Ebdulla Hesenzade diyar kir ku gava Macron gaveke wêrek bû û anî zimên:

“Gava Macron gaveke wêrek bû lê di vê biryarê de tûşî xeletiyeke stratejîk bû, loma Fransayî ji ber biryara wî şok bûn.”

Aso Hesenzade diyar kir ku dê biryara Macron li qada navneteweyî bandoreke berfireh neke û pê de çû:

“Vêga pêgeha Macron ji pêgeha Serokwezîra Îtalyayê lawaztir e û loma li ser asta Ewropayê pêwîstî bi rêkkeftineke gelemperî heye.

 Niha rastgirên tundrew ên Ewropayê ne yekgirtî ne û ne amade ne ku li hev bikin.”

“Bandorê li ser rewşa Kurdan nake”

Aso Hesenzade bal kişand ser Diyasporaya Kurdî ya li Fransayê û bandora rasgiran a li serê û got:

“Desthilata rastgirên Fransayê bandorê li ser rewşa Kurdan nake û di navbera rast û çepên Fransayê de li hemberî Kurdan cudahiyeke mezin tune.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst