Li Viyanayê ji bo zarokan perwerdeya Kurdî tê dayîn

09-11-2024
RÛDAW
Dibistaneke li Viyanayê / Wêne: Ji dîmenan
Dibistaneke li Viyanayê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Viyana Dersa Kurdî Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Viyanayê yê paytexta Awisturyayê 40 zarok dersa Kurdî dixwînin.

 Li Viyanayê li dibistaneke xwendina bi Kurdî hat vekirin  du mamosteyên wê dibstanê ji Kurdên li Viyanayê xwest ku zarokên xwe bişînin dibistanê ji bo ku zimanê Kurdî bixwînin.

Her hefte roja şemiyê 3 demijmêran dersa Kurdî tê dayîn.

Zarokên Kurd ên li dibistanê kêfxweşiya xwe tînin ziman û bangî li hemû zarokên Kurd dikin ku biçin dibistanê û fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibin.

Medyaya 14 salî da zanîn ku ew ev 8 sal in li Viaynayê dijî û got ku ew çûye dibistanê da ku zimanê xwe yê dayikê hîn bibe û zimanê xwe ji bîr neke.

Azadê 12 salî yê ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê jî dersa Kurdî werdigire û dibêje ew kêfxweş e ku bi xwendekarên din re bi Kurdî diaxive û dê û bav û birayên wê li malê bi Kurdî diaxivin.

Polên Kurdî zêde dibin

Li ser vê mijarê mamoste Mezlûm Qerno bû mêvanê bernameya Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.

Mezlûm Qerno diyar kir ku di nava 3 mehên derbasbûyî de wan li dibistanê dest bi fêrkirina Kurdî kiriye û di destpêkê de tenê poleke wan hebû lê niha 2 polên wan hene.

Mezlûm Qernoyê ku li Viyanayê li dibistaneke sereyatî mamostetiyê dike got ku niha 40 xwendekar û 4 mamoste li dibistanê hene.

“Bila Kurd zarokên xwe bişînin dersên Kurdî”

Qerno teqez kir ku divê malbatên Kurd ji vê derfetê sûdê wergirin û zarokên xwe bişînin xwendina Kurdî.

Mamosteyê Kurd her wiha eşkere kir ku Wezareta Perwerdeyê ya Awisturyayê hemû neteweyan han dide ku zarokan bi zimanê dayikê hîn bikin da ku di paşerojê de baştir fêrî Almanî bibin.

Hemrîn Hesen mamostayeke din a dibistanê ye û xelka Rojavayê Kurdistanê ye û ev sê sal in li Awisturyayê dijî, ew jî ji Kurdên li wê derê û hemû welatan din dixwaze ku zarokên xwe bişînin dersên xwendina Kurdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst