London: Bi hinceta PKKyê 6 kes hatin desteserkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan London Desteserkirin PKK PKK Merkez Komite Üyesi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Londona paytexta Brîtanyayê 6 kes bi hinceta “beşdariya çalakiyên PKKyê” hatin desteserkirin.

Polîsê Metropolîtan ê Londonê (MET) ragihand ku 2 jinên 69 û 31 salî û 4 mêrên 27, 62, 56 û 23 salî di operasyonekê de li navnîşanên cuda yên Londonê hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Londonê ew operasyon ji aliyê Tîma Rûbirûbûna Terorê ve hatiye kirin.

Di çarçoveya operasyonê de Encûmena Gel a Kurdan a li Londonê jî di nav de polîsan ser bi 8 navnîşanên cuda de girt û 6 kes bi hinceta ku “pêwendiya wan bi çalakiyên PKKyê re” hene hatine desteserkirin.

Li aliyê din, li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê, di operasyonê de Hevseroka Encûmena Civaka Kurdan Turkan Budak, xebatkarên encûmenê Ercan Akbal, nivîskar û siyasetmedarê Kurd Alî Poyraz û Nûnerê Karên Derve yê Encûmenê Agît Karataş di nav kesên desteserkirî de ne.

Li gorî zanyariyan dema ku polîsan bi ser mala Turkan Budakê de girtiye, birayê wê Hayrî Budak birîndar bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst