Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê alîgirên futbolê yên nîjadperest êrişî parlamentera Kurd a Parlamentoya Federal Gokay Akbulutê kir.
Gokay Akbuluta ku di dema seyahata xwe ya trenê de rastî êrişê hat birîndar bû.
Li gorî nûçeya DWyê, parlamentera Partiya Çep (Die Linke) a Parlamentoya Federal Gokay Akbulutê, ragihand ku dawiya hefteyê dema ku bi trenê diçû bajarê Stuttgartê rastî êrişa alîgirên futbolê hatiye.
Akbulutê derbarê êrişê li hesabê xwe yê Instagramê daxuyaniye parve kir.
Li gorî daxuyaniya Akbulutê, alîgirên kuluba futbolê ya VfB Stuttgartê yên di trenê de ew tacîz kirine û heqaretên nîjadperestî li wê kirine.
Akbulutê nivîsand ku komê dirûşmên piştgiriyê daye partiya rastgir a tundrew AfDyê û wê ew bûyer bi kameraya telefona xwe qeyd kirine.
Her wiha Akbulutê nivîsand ku yek ji alîgiran şûşeya bîrayê avêtiye serê wê û piştî ku ji trenê peya bûye li cem polîsan gilî kiriye.
Akbulutê da zanîn ku ew bi êrişê re şoke bûye û piştî ku ji trenê peya bûye yekser gazî polîs kiriye û birînên wê li nexweşxaneyê hatine dermankirin.
"Rê li ber êrişên li hemberî koçberan vedike"
Akbulutê amaje bi nîqaşên koçberiyê yên li Almanyayê kir û got:
"Rewşa derûnî ya civakê ya ku koçber wekî berpirsê her tiştî nîşan dide, rê li ber van êrişên li hemberî kesên xwedî paşerojeke koçberiyê vedike."
Akbulutê bangî partiyên Yekîtiya Xirîstiyan (CDU/CSU) kir ku zimanê xwe nerm bikin û got:
"Li şûna ku em daxwazên rastgiran qebûl bikin, divê em li hemberî nîjadperestî û rastgiriya tundrew helwesteke zelal nîşan bidin.
Rewşa li welatê me gelekî metirsîdar e û pêwîstî bi siyaseteke bi helwest heye."
Parlamentera Kurd Gokay Akbulut sala 1982yan li navçeya Pinarbaşiyê ya Qeyseriyê ji dayîk bûye û dema 8 salî bû bi malbata xwe re koçî Almanyayê kiriye.
Akbulut a ku ji malbateke Kurd a Elewî ye, ji sala 2017an ve li Parlamentoya Federal a Almanyayê parlamenter e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse