Koçberên Kurd ên di deryayê de asê mabûn hatin rizgarkirin

26-08-2022
RÛDAW
Koçberên Kurd ên di deryayê de asê mabûn hatin rizgarkirin
Koçberên Kurd ên di deryayê de asê mabûn hatin rizgarkirin
Nîşan Koçberên Kurd Yunanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Nûnerê Komeleya Penaberên Vegeriyayî yê li Ewropayê ji Rûdawê re ragihand koçberên di deryaya Yûnanê de asê mabûn hatin rizgarkirin.

Ji şeva borî ve 70 koçberên Kurd ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne di keştiyeke nav avên Yunanistanê de asê mabûn hatin rizgarkirin.

Keştiya ku koçberên Kurd tê de ne li rojavayê Yunanistanê li Deryaya Ionianê xirabe bûye, qaçaxçî reviyane û koçberên ku piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê ne di nava deryayê de asê mane û banga alîkariyê kiribûn.

Koçberan li ser torên civakî vîdeoyên xwe belav kirine û xuya dike ku di rewşeke xirab de ne û daxwaza alîkariyê kiribûn.

Nûnerê Komeleya Penaberên Vegeriyayî yê li Ewropayê Pêşrew Ebdullah ji Rûdawê re ragihand ku koçber îro danê êvarê derdora saet 18.27’an ji aliyê hêzên deryayî yên Yunanistanê ve hatine rizgarkirin.

Pêşrew Ebdulla diyar kir ku  li gorî agahiyên ku hêzên deryayî yên Yunanistanê dane wan, dê koçber ber bi giravekê ve bên şandin û piştre jî bo kampeke li Yewnanîstanê bên veguhestin “Lê ne diyar e ka dê bên dersînorkirin Tirkiyê yan na.”

Ebdulla pêştir ji Rûdawê re gotibû “Duh êvarê me pêwendî bi Wezareta Navxwe û Hêza Deryayî ya Yunanistanê re kir û daxwaz ji wan kir ku alîkariya koçberan bikin. Xweşbextane piştî gelek zextan ew koçber hatin rizgarkirin û hemû sax in.”

Hikûmeta Yunanistanê dibêje, tenê di meha Tebaxê de 25,000 koçber hewl dane ji sînorê Tirkiyê derbasî Yunanistanê bibin. herwiha Hikûmeta Yunanistanê da zanîn ku ku ew dê dîwarekî 80 kîlometrî ava bikin da ku sînorê xwe bi Tirkiyê re bihêz bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst