Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof diyar kir ku Holenda amade ye pêwendiyên ewlehî û aborî bi Herêma Kurdistanê bi pêş bixe.
Hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê berdewam dikin.
Serokê Herêma Kurdisanê bi Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di civînê de pêwendiyên Holendayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê û çawaniya xurtkirina hevkariyên hevbeş ên di warên cuda de hatine gotûbêjkirin.
Hat zaanîn ku pêşhatên siyasî û ewlehiyê yên herêmê, bi taybetî rewşa Sûriyeyê mijara serekî ya civînê bû.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Holendeyê re, çawaniya xurtkirina hevkariyê di warê ewlehî û parastinê de, pêşhatên şerê li dijî terorê û hewlên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) di warê rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Dick Schoof da zanîn ku piştgiriya Holendayê ya ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bike û tekez kir ku welatê wî ji bo bipêşxistina hevkariya hevbeş bi taybetî di warê ewlehî û aboriyê de amade ye.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.
Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mezûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.
MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.
Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.
Konferans di nêzîkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Serokwezîrê Holendayê Dick Schoof re civiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 15, 2025
Nêçîrvan Barzanî ji bo rola wê ya di çarçoveya Koalîsyonê de ya şerê li dijî terorê û perwerdekirina Pêşmerge spasiya Holendayê kir
Dick Schoof jî amadebûna welatê xwe ya ji bo… pic.twitter.com/QyWWr5yVqv
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse