Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re: Em beşdarî hevdîtinên Îraq û Amerîkayê nabin

27-01-2024
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Amerîka Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re ragihand, Neteweyên Yekbûyî (NY) beşdarî danûstandinên Washington û Bexdayê yên derbarê çarenivîsa hêzên Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê nabe.

Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr li New Yorkê ji Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric pirsî ka gelo NY dê beşdarî danûstandinên navbera Amerîka û Îraqê bibe yan na. Dujarric got, “Na, ew mijareke dualî ye.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir baş e ku ew li ser mijarê danûstandinan bikin lê ew dê bandorê li mîsyona nûnerê wan ê li Îraqê neke.

Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Îraqê (UNAMI) ji sala 2003yan ve li Îraqê ye ku alîkariyên mirovî, geşepêdan û lihevhatinê pêşkêş bike.

Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de xwedî 2500 serbazî ye û 20 welatên din ên hevpeymaniyê jî 500 serbaz li Îraq û Herêma Kurdistanê hene û erkê wan şêwirmendî, perwerdekirin û bihêzkirina Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê ye.

Neteweyên Yekbûyî ti piştgirî û dijberiya xwe ji hêzên mayî yên li Îraqê re nîşan nedaye. 

Rewşa hesas bûye sedem ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxwaz bike ku Hevpeymaniya Navdewletî ji welêt derkeve.

Hebûna Amerîkayê ya li Îraqê

Amerîka dawiya sala 2011an ji Îraqê vekişiyabû lê piştî ku şerê DAIŞê dest pê kir, sala 2014an di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê de careke din li Îraqê vegeriya.

86 welat endamên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê ne.

Ev hêz ji sala 2021ê ve êdî bi DAIŞê re şer nakin û perwerdeyê didin hêzên leşkerî ên Îraqê û Pêşmergeyên Kurdistanê û şêwirmendiya wan dikin.

Du hezar û 500 leşkerên Amerîkayê û 500 leşkerên 20 welatên din, li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, Baregeha Asmanî ya Eyn Esedê ya li Enbarê,  Baregeha Union 3yê ya li Herêma Kesk a Bexdayê û Navenda Piştigiriya Dîplomasiyê ya li Bexdayê hatine bicihkirin.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir milîsên nêzîkî Îranê gelek caran êrişî van hêzên Amerîkayê dikin.

Herwiha hêzên Amerîkayê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî dibin hedefa van êrişan.

Grûpa Şîe ya ku nave “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” li xwe dike berpisiyariya piraniya ven êrişan dixe stûyê xwe.

Amerîka jî carinan wekî bersivekê êrişî hêzên Heşdî Şebî û Lîwayên Hizbulahê yên li Îraqê dike.

Amerîkayê 4ê vê mehê li Bexdayê êrişî baregehe Heşdî Şebiyê kiribû û du fermandarên Heşdî Şebiyê hatibûn kuştin.

Amerîkayê herî dawî jî 24ê vê mehê bi balafirên şer êrişî Hizbulahê kiribû.

Piştî van êrişên Amerîkayê daxwazên li ser vekişîna Amerîkayê zêde bûne û gelek alî dixwazin Amerîka dîsa ji Îraqê vekişe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst