Stockholm (Rûdaw) - Li Stockholmê bi amadebûna Kurdên diasporayê "Kongreya Zaraya Nîştiman” birêve çû.
Hejmareke, akademîsyen, rewşenbîr, zane û nûnerên hejmareke komeleyên Kurdî ji şeş welatên Ewropayê li paytexta Swêdê bajarê Stockholmê “Kongreya Zaraya Nîştiman” lidar xistin. Konfederasyona Dîasporê ya Kurd ku bi navê DiaKurdê tê naskirin kongre birêxistin kir.
Kongreya Diakurd bi amadebûna zêdeyî 120 kesan bi fîzîkî û nêzîkî 60 kesan bi rêya online, bi amadebûna nûnerên Federasyon û navendan, û hejmareyeka diyar a pispor û şarezayên Kurd li Stockholmê hat damezrandin. Kongre bo rêzgirtin li xebat û berxwadana mamosteya Kurd Zara Mihemed ku ji aliyê rejîma Îranê bi 5 salan hatiye zindanîkirin, bi navê Kongreya Zaraya Niştîman hat navkirin.
Li Kongre ya Zaraya Nîştiman sê panelên taybet girêdayî ezmûn û dîroka diaspora Kurd di bin navê: Nifşa yekem – pêşengên diasporaya Kurd, kar û vekolînên zanistî li ser diasporaya Kurd û serkevtinên nifşa nû ya Kurdên diaspora hat birêvebirin.
Hinek ji beşdariyên hatîne vexwandin, navên diyar û kesayetiyên xwedî ezmûnên 50 sal û zêdetir yên jiyana Kurdistanî û Ewropî bûn.
Serokê Federasyona Civaka Kurdan li Fîlanda Welat Nehrî got: “Hevkarî û yekîtiya gelê Kurd li diasporeyê dengê me baştir digihîne cîhanê. Em dikarin bi hev re xizmeta Kurdistan û berjewendiyên neteweya Kurd bikin û em dikarin xizmeta civaka xwe ya Kurd li diasporayê bikin. Herwiha em dikarin baştir nasnameya xwe biparêzin û baştir lobiya berjewendiya Kurdî li navendên biryarder pêk bînin.”
Çend ciwanên Kurd û kesên naskirî yên raya giştî ya welatên lê djîn, di panelekê din de, ezmûnên xwe ji beşdaran re parve kirin.
Kamîran Jîkîkan, parêzerekî Kurd ê naskirî yê Fransayê ye, ew dibêje piştgiriya Kurdistanê û bi taybet a Herêma Kurdistanê erk e û divê Kurdên diaspora wiha xwe organîze bikin, da ku ewa bi serê wan hatî dûbare nebe.
Parêzerê li Fransayê naskirî Kamîran Jîkîkan jî got: “Beriya 20 sal niha me dikarî li Ewropa êş û azarên xwe bînin ziman û bidin eşkerekirin. Îro spas ji Xwedê re me Kurdistaneke rizgar û hikûmeteke herêmê heye. Divê êdî dam û dezgehên Kurdî li ser paşeroja xwe xebatê bikin. Derdê me îro ne ew e ku êdî çi tê serê Kurdan, me ew jixwe li cîhanê daye zanîn, lê em dikarin çi bikin ew tiştên hatine serê me dûbare nebin.”
Nêzîkî 120 kes ji mêvan û endaman li cihê konferansê amade bûn û heta 60 kesan jî bi rêya online ji bo zêdetirî 14 demjimêrên dûr û drêj danûstandin li ser plana salekê ya karkirnê kirin û desteyeke rêveberiyê û yek ji bo şîretkariyê hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse