Keya Îzol: Pêwîst e diyasporaya Kurdan rola xwe bi cih bîne

02-11-2024
RÛDAW
Keya Îzol \ Wêne: Rûdaw Grafîk
Keya Îzol \ Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan DIAKURD Stockholm Keya Îzol Konfederasyona Kurdên Diasporayê Dîaspora
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Desteya Rêveberiya DIAKURDê Keya Îzol diyar kir ku li herêmê gelek guherîn hene û divê diyasporaya Kurdan jî rola xwe bi cih bîne.

Konfederasyona Kurdên Diyasporayê (DIAKURD) îro Stockholma paytexta Swêdê konferansek li dar xist.

Di konferansê de panelên wekî Peymana Lozanê, rûreşîyeke navneteweyî li hemberî neteweya Kurd doza hiqûqî ya DÎAKURDê li hember dewleta Tirkiyeyê, yekîtî yan parçebûn, perspektîf û stratejiyên nû ji bo bihêzkirina Diyasporaya Kurd, Diyasporaya Kurd ber bi guherandinên nû ve pirsgirêk, asteng û derfetên li ber diyasporaya Kurd hatin lidarxistin.

Parêzerên DIAKURDê, ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek akademîsyen, nûnerên saziyên sivîl û nûnerên saziyên Kurdan ên li diyasporayê di panelan de gotarên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha ciwanên Kurd ên wekî Nûjîn Alacabek, Dilovan Bahram, Şîlan Diljen û Welat Nehrî yên li Swêdê serkeftî hatin xelatkirin.

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Keya Îzol beşdarî bultena Bakur a Rûdawê bû û li ser konferansê bersiva pirsên Hêvîdar Zanayê da.

“Em girîngeyeke mezin didin xebatên diyasporayê”

Keya Îzol diyar kir ku piştî kongreyê ev yekem konferansa DIAKURDê ye û wiha got:

“Piştî kongreyê ev yekem konferansa me ye. Me kongreya xwe jî li Stockholmê çêkiribû.  Bûyerên gelekî girîng li welatê me û Rojhilata Navîn çêdibin.

Guherînên dîrokî çêdibin, pêwîst e diyaspora jî bi rola xwe rabe û rola xwe bi cih bîne. Em girîngeyeke mezin didin xebatên diyasporayê.

Nêzîkî 4 milyon Kurd li diysporayê dijîn û ew dikarin bandorê li pêvajoyên heyî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bikin.

Piştî panelan em dê encamnameya konferansê ji raya giştî re eşkere bikin. Di encamnameyê de tiştên balkêş û gelek tesbîtên girîng hene.

Em dibînin ku eleqeyeke mezin ji bo konferansê heye. Niha nêzîkî 200 kesî li salona konferansê ne.

Mêvan û beşdarên konferansê dixwazin bi baldarî li panelên me guhdar bikin.”

“Ji bo ku Kurd bê statû bin amadehî tên kirin”

Keya Îzol her wiha di berdewamiya axaftina xwe de amaje bi pêşhatên dawî yên li herêmê jî kir û wiha got:

“Em balê dikşînin ser amadehiyên dewletên ku Kurdistan dabeş kirine. Ew xwe ji bo şerekî mezintir amade dikin.

Dixwazin siyaseta xwe biguherînin û dixwazin bi rêya xapandinê Kurdan bê statû bihêlin. Ev tişt û ev kar gelekî vekîrî tê kirin û em vî karî dibînin.

Karê me li derve hêsantir e û wekî diyasporayê em wan amadehiyan dibînin.

Em dibînin ku Îran û Tirkiye ji bo Kurd careke din bê statû bin amadehiyan dikin. Wekî Kurdên diyasporayê em jî dixwazin li hemberî vî karî amadehiyên xwe bikin.

Em li derveyî welat dengekî bihêz in û em dixwazin bandorê li raya giştî ya cihanê û Ewropayê û bikin.

Divê em nêrîna xwe û helwesta xwe zelal bikin. Yan wekî 100 sal berê dê Kurd bikevin bin tarîtiya dîrokê yan jî em dê pêşiya xwe vekin û daxwazên xwe ji raya giştî ya cihanê re eşkere bikin û bibêjin ‘dewletên dagirker welatê me parçe kiriye’

Bi vê armancê me li vir konferan çêkiriye û em hêvî dikin dê piştî konferansê fikrên me bigihên raya giştî.”

Keya Îzol di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew girîngiyê didin hemû xebatên partiyên siyasî û tekez kir ku divê xebata partiyên siyasî û xebatên diyasporayê hevdû temam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst