Cewad Zerîf gihişt bajarokê ku lûtkeya G7 lê birêve diçe

25-08-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Cewad Zerîf Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Fransayê, gihiştina Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bo, bajarokê Biarritz, ku niha li wî bajarokî lûtkeya G7 birêve diçe, piştrast kir.


Li gor daxuyaniya Serokatiya Komara Fransayê, Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Derve yê Îranê, gihiştiye cihê encamdana lûtkeya G7 lêbelê planek bo kombûna li gel şanda amerîkî nehatiye danîn.


Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokên 6 welatên din ên zilhêz, li wî bajarokê Fransayê di çarçova lûtkeya G7 de kom bûne.


Serdana Cewad Zerîf hevdem li gel hewldanên Serokê Fransayê Emmanuel Macron ên ji bo kêmkirina aloziyan di navbera Washington û Tehranê, pêk tê.


Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Musewî jî ragihand ku serdana Zerîf bo Fransayê ji bo  berdewamkirina gotûbêjên di navbera serokên herdu welatan de ne, derbarê rêkeftina atomî.


Roja Înê, Cewad Zerîf, pêşwazî li pêşniyaza Serokê Fransayê Emmanuel Macron ya bo Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî kiribû ku ew pêşniyaz li ser kêmkirina aloziyan derbarê pirsa atomî de bû. Zerîf ew pêşniyaza Macron weke pêngaveke rast binav kiribû û gotibû lêbelê divê zêdetir kar li ser bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst