TÛNIS - 32 koçberên ku piraniya wan Kurd in hatin berdan

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tûnis Koçber Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tûnisê 32 koçberên ku piraniya wan welatiyên Herêma Kurdistanê ne, piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn desteserkirin, hatin berdan.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Musena Emîn ji Rûdawê re ragihand, wan pêwendî bi Balyozxaneya Îraqê ya Tûnisê re daniye.

Hatiye diyarkirin ku 32 koçberên ku li herêma Sûseyê ya Tûnisê hatibûn desteserkirin û piraniya wan welatiyên Herêma Kurdistanê ne, hatine berdan.

Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Îraqê Musena Emîn got:

“Balyozxaneyê ji bo berdana wan koçberên ku li navenda polîsan hatibûn desteserkirin û wan nedihişt werin darizandin kar kir.

Biryar e hemû werin dersînorkirin lê hinekan pasaportên xwe winda kirine û pasaportên demkî ji wan re tên amadekirin, yên din jî li benda biletên vegerê ne.”

14 koçberên din jî ku welatiyên Herêma Kurdistanê ne, zêdetirî mehekê ye li Tûnisê girtî ne û çend caran hatine darizandin.

Musena Emîn da zanîn:

“14 koçber li benda helwesta dozgerê giştî yê Tûnisê ne û eger dozger ti tohmetan li ser wan neke dê bên berdan û dersînorkirin.

Eger bên darizandin dê mehekê cezayê girtîgehê li wan were birîn ku ev mehek e girtî ne û dê yekser werin berdan.”

Wezareta Karên Derve ya Tûnisê 15ê Hezîranê biryar da ku vîzeyê ji bo welatiyên Îraqî yên ku diçin wî welatî, bi şertê ku geştyar ji 15 rojan zêdetir nemînin, rake.

Her 180 rojan carekê, geştyar dikarin vîzeyê bistînin lê divê berê li otelekê cih veqetandibe û bileta wan a vegerê jî hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst