Di xwepêşandanên li Parîsê de alozî derketin

24-12-2022
RÛDAW
Di xwepêşandanên li Parîsê de alozî derketin
Di xwepêşandanên li Parîsê de alozî derketin
Nîşan Êrişa Parîsê Xwepêşandan Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Fransayê bajarê Parîsê, di xwepêşandanên piştî êrişa bo ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê de hatin sazkirin de alozî derketin.

Li Parîsê duh kesekî bi navê  William M. yê 69 salî bi çekê êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û di ecama êrişê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan. Piştî bûyerê xwepêşandanên nerazîbûnê destpê kirin û xwepêşander bang li Hikûmeta Fransayê dikin ku ji bo parastina welatiyên li Parîs û bajarên din zêdetir tedbîran werbigire.

Dema destpêkirina xwepêşandanên îro yên  li Parîsê li caddeya Dongêy ya li navçeya 10emîn a bajar xwepêşanderan dirûşmên weke "şehîd namirin”, "Welatê me Kurdistan e” hatin berz kirin.

Piştre ew dirûşm tê dûbarekirin ku di sê mehên derbasbûyî de li gelek cihên cîhanê tê bihîstin: “Jin, Jiyan, Azadî" û  “Kurdistan, Goristana faşîstan".

Gelek dem bi ser de neçû, hejmara xwepêşanderan gihişt bi hezaran kes û ber bi meydana Komarî ve birêketin. Li meydana diyar a paytexta Fransayê çend çalakî hatin kirin.

Piştre li ser vê dike kesûkarên qurbaniyên ku di êrîşa duh  de canê xwe ji destdane wêneyên kesên hatine kuştin bilindkirin.

Hêrsa xwepêşanderan çavkaniya xwe ji wê digire ku lêkolînên  êrîşa sala 2013an bê encam mane. Ew di wê bawerê de ne, hikumet di  êrîşa duh de jî xemsar bûye.

Parêzer Sêvê Îzol got: “Heta niha jî kujerên komkujiya berî 10 ku dîsa li Parîsê 3 siyasetmedarên jin ên Kurd hatibûn kuştin, nehatine eşkere kirin û daraza Fransayê kesên li pişt vê êrişê eşkere nekiriye. Divê ji ber vê yekê em hestên xwepêşanderan jî fêm bikin.”

Nerazîbûn berfirehtir bûn û li hinek cihan alozî derket.

Beşek ji xwepêşanderan tûndûtîjî bikar anî; ku hejmareke zêde ya Kurdan bi nêrênî li vî karî  dinêrin.

Parêzer Umran Mansur jî got: “Bi rastî şikandina otomobîlan û pêxistina agir ji bo Kurdan ne kareke baş e. Kurd li vir bi hemû rengan miletke xwedî rêz e, Kurdan şerê DAIŞê kirine û Fransî rêza wan digire û gelek erênî li Kurdan dinêrin. Fransî Kurdan weke mileteke di nav çar dewletan de hatiye perçekirin û zilm li wan tê kirin û ew jî li pey mafê digerin nas dikin.”

Derdora demjimêr sê bi dema Parîsê wate demjimêr 5 bi dema Herêma Kurdistanê, xwepêşandan li ser daxwaza Komîteya  Rêkxer a  Xwepêşandanan  ve bi dawî hatin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst