Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Vladimir Putin xwest ku êrişên xwe yên li dijî Ukraynayê rawestîne.
Ev daxwaz piştî wê hat ku Rûsyayê êrişî Kyivê kir û di encamê de 12 kes hatin kuştin.
Piştî êrişeke mûşekî ya Rûsyayê ya li paytexta Ukraynayê û kuştina 12 kesan Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand:
“Ez bi êrişên hewayî yên Rûsyayê yên li ser Kyivê ne kêfxweş im. Bêwate ye û dema wê pir xirab e.”
Trump nivîsandiye, “Vladimir raweste, em peymana aştiyê çêbikin.”
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji hevpeymanên xwe xwest ku zextê li ser Rûsyayê zêde bikin da ku êrişên xwe rawestîne.
Vê hefteyê Nûnerê taybet ê Trump, Steve Witkoff dê li Rûsyayê be û tê pêşbînîkirin ku ew dê bi Vladimir Putin re hevdîtinê bike.
Ji dema ku Trump vegeriyaye Koşka Spî ve, ev cara çarem e ku Witkoff diçe Moskowê.
Rûsya 3 sal in êrişî Ukraynayê dike lê Kyiv ku bi parastineke hewayî ya giran tê parastin, bi kêmî rastî êrişan tê.
Zelenskyy ku li Afrîkaya Başûr bû anî ziman:
“Ez ti zextên xurt li ser Rûsyayê yan jî ti cezayên aborî li dijî dijminahiyên Rûsyayê nabînim.
Divê êrişên hewayî yekser û bê merc bên rawestandin.”
Êrişa Rûsyayê ya li Kyivê saet 01:00ê sibeha roja pêncşemê pêk hat.
Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku ji çarşemê heta pêncşemê Rûsyayê 70 mûşek û 145 dron avêtine Ukraynayê û Kyivê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse