Fuad Husên ji bo hevdîtinên girîng li Washingtonê ye

25-04-2025
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Îraq Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, ji bo xurtkirina pêwendiyên Îraq û Amerîkayê û gotûbêjkirina mijarên herêmî, dê li Washingtonê bi rayedarên Amerîkî re hevdîtinên fermî bike.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê di konferansa çapemeniyê ya roja pêncşemê de di bersiva pirseke Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde de li ser serdanê daxuyanî da.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê got:

“Dr. Fuad Husên dê sibe (înê) li Wezareta Karên Derve beşdarî çend civînan bibe.

Ez ê jî beşdarî yek ji wan civînan bibim.

Niha agahiyeke taybet nîne ku ez beriya hevdîtinan parve bikim lê piştî civînan em dê hin hûrgiliyên wan bi raya giştî re parve bikin.”

Fuad Husên: Em dixwazin pêwendiyan kûrtir bikin

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî heman rojê li ser medyaya civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir û armancên serdana xwe ya Amerîkayê wiha rave kir:

“Em ber bi Amerîkayê ve bi rê ketin.

Li wir, em dê bi armanca bipêşxistina pêwendiyên Îraq-Amerîkayê û zêdekirina hevahengiya di mijarên herêmî û navneteweyî de hevdîtinên dualî pêk bînin.”

Fuad Husên her wiha destnîşan kir ku yek ji mijarên sereke yên hevdîtinan dê xurtkirina hevkariya ewlehiyê ya dualî û bipêşxistina hevkariyê ya di gelek sektoran de be.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên balê dikişîne ser wê yekê ku ev serdan di demekê de pêk tê ku Bexda hewlên xwe ji bo avakirina hevkariyên nû yên ewlehiyê yên bi Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê re di têkoşîna li dijî DAIŞê de didomîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst